'Rêberê me di zindanê de ye lê em bi fikirê wî dijîn' 2017-11-01 11:07:59   QAMIŞLO - Çalakiya konê grêva birçîbûnê li gûndê Girbawî yê girêdayî Bajarê Qamişloyê ji bo girtina agahiyekê li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hate li darxistin.   Ji bo agahî ji Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bê girtin rêveberiya meclîsan li gundê Girbawî di bin dirûşma 'Sonda me em ê pergala imraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" konê grêva birçîbûnê ava kirin.   Hevseroka Meclîsa xeta Gûndê Nûr Îbrahîm derbarê çalakiyên ku tên li darxistin wiha got:" Ji bo em agahiyek zelal  ji Rêber Apo bistînin me konê grêva birçîbûnê ava kiriye. Bangewaziya min ew e ku ji bo azadiya Rêber Apo Gelê Kurd bi giştî şiyar bibin û hewl bidin. Gelê Kurd xwedî îradeyek pir bi hêz e. Bila dewleta Tirkiyeyê zanibe ku kesek nikare îradeya me bişkîne û Rêber Apo di dilê Gelê Kurd de ye. Ji ber vê yekê ew ê çalakiyên me berdewam bikin. Heta ku em agahiyekê ji rewşa serokê xwe bigirin, em ê serokê xwe azad bikin."   'Heta Abdullah Ocalan azad bibe ew ê çalakî bidomin'   Mamosteya zimanê kurdî Bêrîvan Îsam hestên xwe ji bo tevlîbûna konê grêva birçîbûnê anî ziman û wiha got: "Heta ku em agahiyê ji rewşa serokê xwe negirin em nasekinin. Em weke mamoste peyamekê ji dewleta Tirkiye re dişînin û em dibêjin ku tu kes nikare me ji rêberê me qut bike. Em ê li ser piya bin û ew ê çalakiyên me berdewam bikin. Heta ku em rêberê xwe nebînim em ê li ser piya bin."