Rezan Zugurlu: Ez ê ji bo azadiya zarokan têbikoşim 2017-11-01 09:42:55   Zehra Dogan   AMED - Wênesaz-rojnameger Zehra Dogan a li girtîgehê girtiye bi  hevşaredara Licê Rezan Zugurlu ku bi zarokê xwe re girtiye re hevdîtinek pêk anî.  Rezanê pirsên Zehrayê bersivand û got: “Min berê ji bo gelê xwe têkoşîn dimeşand. Niha ji bo zarokê xwe û hemû zarokan dixwazim azad be, têdikoşim.”   Hevşaredara Licê Rezan Zugurlu ku di 17’ê Tebaxê de hat binçavkirin û girtin bi zarokê wê re şandin girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Rezan niha surgunî girtîgeha Tîpa T ya Wanê hat kirin.  Rezan dema li girtîgeha Tîpa E ya Amedê bû, raportajek dabû rojnameger Zehra Dogan a li heman girtîgehê girtîbû.    Du girtiyên jin roportaja xwe bi xwendevanên JIN NEWS’ê re parve kirin.   *Wek malbata Zugurlu bi salan e zext li ser we didomin. Nİha wek hevşaredar hûn heman zextan dijîn. Hûn vêya çawa dinirxînin?   Me wek malbat gelek zehmetî kişand. Her tim zext li ser me bûn. Dema ez xwendekar bûm di navbera 2012-2013’an de ez hatim girtin. Piştî dadgeriyê biryar xera kir 13 mehan girtî mam û hatim berdan. Piştî hatim berdan min rêya xwe berdewam kir. Min di partiyê de cih girt. Ez bûm hevşaredar. Piştî demekê dîsa zor û zextan dest pê kir.Di dema peywirê de ez bernedam. Bi taybet wezareta karê hundir bi dehan carî hatin teftîşê. Ji bo min ji peywirê bigirin her tişt dikirin.   * Hûn hatina qeyûman û desteserkirina ser şaredariyê çawa dinirxînin?   Beriya qeyûm bê, rayeyên me ji destê me hatin girtin. Xizmetên me hatin astengkirin û hewl hat dayîn ku îtîbara me bê xistin. Di Sibata 2017’an de bi hatina qeyûm re şaredarî hat xespkirin. Îradeya gel hat xespkirin. Piştî me ev 8 meh in qeyûm li ser peywirê ye û der barê me yek nelêrêtiyek nedît.    *Hûn dikarin hinek pêvajoya girtina xwe vebêjin?   Em dîl girtin. Hikûmeteke ku nedihişt em bêhna xwe bigirin li pêş me ye. Ji ber vê ew rewş min matmayî nahêlin. Tenê bi dîlgirtina min sînor neman. Alîşêr pitik e û 15 mehî ye jî dîl girtin. Tehemula wan li hember zarokên me jî tune. Ji pitikekî biçûk jî tolê digirin. Lê em ê ji bo zarokên xwe her tim têbikoşin. Niha ez bi pitikê xwe re li girtîgehê dijîm. Li ser vê em ji axa xwe hatin surgunkirin. Me ji axa me dikin. Alîşêr li ser vê axê wek bebekekî azad hat dinê. Lê niha girtiye û hatiye surgunkirin. Berê min ji bo gelê xwe têkoşîn dimeşand. Niha ez ji bo zarokê xwe û hemû zarokan têdikoşim.   *Li ser Licê zext berdewam dikin. Hûn van zextan çawa dinirxînin?   Ez niha jî polîtîkayên îmhayê yên li ser Licê temaşe dikim û dibînim. Gelê ku bi salan e zilm dîtiye niha bi hincetên cuda rastî zextan tên. Gelê ku heta niha têkoşiyaye û berxwe daye niha jî ew ê berxwe bide. Ji ber vêya wê tu zextî qebûl neke û cihên xwe terk nekin. Ev şer wê bi têkoşîna gel bi dawî bibe. Ez wek hevşaredara Licê her tim li cem gelê xwe me. Cih û dem çi dibe bila bibe armanc heman be mirov li gel hev in.