‘Desthilatdarî tecrubeya tevgera jinan nake hesab’ 2017-11-01 09:26:17   Esra Aydin   ENQERE - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê û MYK’ê Gulsen Ulkerê pêşnûmeya ku rayeya birîna mehrê dida miftî  ya hat erêkirin û piştre sererastkirina ‘di destberdanê de navbeynkarî’ hat rojevê, nirxand û wiha got: “Tirkiye  tecrubeya tevgera jinan, cesareta jinan qet nake hesab û em ê vê yekê teqez şûnde bikişînin.Bêguman divê em zêdetir têbikoşin û zêdetir hişyar bin. Divê em tu carî xwe bê hêvî nekin û çi kirine bi aşkera li holê ye.”   Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê û MYK’ê Gulsen Ulkerê pêşnûmeya ku rayeya birîna mehrê dide miftiyan hat erêkirin û piştre sererastkirina ‘Di destberdanê de navbeynkarî’ hat rojevê, nirxand û diyar kir ku wê ev yek xetereyên nû bi xwe re bîne.   ‘Peymana Stenbolê nayê bi cih anîn’   Gulsen Ulkerê diyar kir ku serokomar Recep Tayîp Erdogan di 2010’ande civînek bi jinan re kir û got:" Ez bi wekheviya jin û mêr bawer nakim. Piştî gotinên Tayyîp û AKP’iyan şûnde qanûna kurtajê û şîdeta li dijî jinan kûr bûye şer kûr kiriye û jiyana jinan hedef girtiye. Li dijî qezencên jinan şer tê meşandin. Yek ji van jî rayeya birîna mehrê ya ji bo meleyan hatiye dayîne.”   Gulsenê peymana Stenbolê ya Tirkiye alîgirê wê ye bibîr anîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev peyman ji bo şîdeta li hemberî jinê bê astengkirin hat kirin. Lê mixabin Tirkiye hukmên peymanê nayne cih. Mînak di peymanê de tê gotin ku navbeynkarî şîdeta li ser jinê zêde dike.   Gulsenê da zanÎn ku fikara sereke ya desthilatdariyê ev e ku ‘Em çi bikin pêşiya destberdana jinan bigirine ye’ û ev hemû ji bo serî tewandina jinê tê kirin.    Gulsenê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê jin di têkoşînê de çalak in. Hewldanên jinan ên di qada cemawerî de ji aliyê desthilatdariyê tê teşekirin. Bi taybet di salên 2000’î de qezencên cidî hene. Jinan ev qezenc bi têkoşîna xwe bi dest xistin. Lê Tirkiye tecrubeya tevgera jinan hesab nake.”