Leyla: Piştî 5 hezar salan Serok ew zîhniyet şikand 2017-11-01 09:10:31 Rojda Aydin AMED-  Tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike her ku diçe giran dibe. Hevseroka DBP’ê ya navçeya Rêzanê Leyla Tekdag  derbarê tecrîda girankirî de got ku zihniyeta 5 hezar salan a ku li ser jina dihat ferzkirin, maf û hebûna jinê ji aliyê mêran ve hatiye tunekirin. Lê piştî 5 hezar salan Abdullah Ocalan ew zîhniyetê şikand, jin azad kir û jina hebûna xwe bi vî awayî nas kir.   Ji 27’ê Tirmeha 2011’an vir ve  Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîke. Ji 5’ê Nîsana 2015’an vir ve Heyeta Îmraliyê, ji 11’ê Îlona 2016’an vir ve jî malbata Abdullah Ocalan nikare hevdîtinê bike. Hevseroka DBP’ê ya navçeya Rêzanê Leyla Tekdag  derbarê tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî giran tê meşandin nirxandin kir.   Leylayê diyar kir ku ev 700 rojên dawiyê ye ji Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin û ji ber tu agahî jê nayê girtin ji tendûristiya wî bi fikar in û wiha got: “Parvekirinên ku di demên dawiyê de li ser medyaya civakî hatiye kirin û tê gotin ku Abdullh Ocalan jiyana xwe dest daye, em bi fikar in. Lê belê ev parvekirinên ku hatine kirin baweriya me pê nayê. Hikumet bi vî awayî dixwaze nebza gel bipîve ku gel bertekek çawa nîşan dide. Her wiha hikumet bi vî awayî amadekariya zemîna hin tiştan dike. Lê belê em ê tu carî rê nedin vî tiştî. Ji ber vê jî divê em jin bertekên xwe nîşan bidin û xwedî li Serokê xwe derkevin. Ji ber ku em bi saya Serok ji aşxaneyan û ji malê derketin û hebûna xwe û hebûna jinê nas kir. Em ê tim xwedî li Serok derkevin. Tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan tê kirin ne bi tenê li ser wî, her wiha ev tecrîd li ser hemû Gelê Kurd û Kurdistanê tê kirin. Hikumet bi vî awayî dixwaze çanda kurdan, zimanê kurdan, hebûna kurdan tune bike.”   'Bi saya Abdullah Ocalan em li ser lingên xwe sekinîne'   Leylayê di berdewama axaftina xwe de wiha got:"Abdullah Ocalan ji bo  jina rêberek e û bi saya Abdullah Ocalan jin li ser lingên xwe sekinîne. Ger ku ew nebûya em îro nikaribûn li ser lingên xwe bisekiniyan û ji bo me dê tu mafê jiyanê  tunebûya. ji bo jinan, li tu cihê û li tu dewletê wek Serok qedir û qiymet nehatiye dayin. Ji ber ku  zîhniyeta 5 hezar salan a ku li ser jina dihat kirin, maf û hebûna jinê bi aliyê mêran ve hatibû tunekirin. Lê piştî 5 hezar salan Serok ew zihniyet şikand,  jin azad kir û jinan hebûna xwe bi vî awayî nas kir.”   ‘Hemû jin û Gelê Kurd derkevin kolanan’   Leylayê di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê şikandin wê dest bi çalakiyan bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di çalakiyên me de daxûyanî, grêva birçîbûnê, meş, panel  dê bên lidarxistin. Heta ku ev tecrîd bê şikandin û agahî ji Serok bê girtin em ê  çalakiyên xwe bidawî nekin. Ji bo ku tecrîda li ser Serok bê şikandin em bang li hemû jin û gelê kurd dikin ku tevlî çalakiyên me bibin  û derkevin kolanan.”