ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-01 09:00:18   *Jina bi navê Îrem Bîlgî ya ku bi xwişka xwe Hîclal re ji bo ji bin fermana mêran xwe xilas bikin têkoşîna jiyanê didin. Îrem û Hîclal ji bo li ser lingên xwe bisekinin cihekî bi navê “Mala Me” vekirine û xwarinên bi desta tê çêkirin çêdikin. BI DÎMEN   *Peymangeha Şehîd Jiyan dest bi dewreya 4'în a sala perwerdeya 2017-2018'an  kir û tomarkirina navan jî dewam dike.   *Tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike her ku diçe giran dibe. Hevseroka DBP’ê ya navçeya Rêzanê Leyla Tekdag  derbarê tecrîda girankirî de got ku zihniyeta 5 hezar salan a ku li ser jina dihat ferzkirin, maf û hebûna jinê ji aliyê mêran ve hatiye tunekirin. Lê piştî 5 hezar salan Abdullah Ocalan ew zîhniyetê şikand, jin azad kir û jina hebûna xwe bi vî awayî nas kir. BI DÎMEN   *Hefteyên borî 26 girtiyên ji girtîgeha Tîpa D ya Amedê surgunî girtîgeha Tîpa L ya Patnosê a Agiriyê hatin kirin, cil û berg, pirtûk û radyoyên wan hatibûn desteserkirin û hîna nehatine dayîn. Girtiyên îşkenceya lêgerîna tazî qebûl nekirin sê rojan tî û birçî di hucreyê de man. Nure Terlakê diyar kir ku divê her kes deng bidin dengê girtiyan û bi hestiyarî tev bigerin. BI DÎMEN   *Derhêner Lîsa Çalan ku di êrîşa bombeyî ya mîtînga hilbijartina  5’ê Hezîrana 2015’an a li dijî HDP’ê de birîndar bû ji ber dermankirinê ancax du sal şûnde îfade da. Lîsayê wiha got: “Kesekî min nas nedikir hat tezgaha çayê. 20 TL da kesê di tezgahê de û xwest pere hûr bike. Piştî ev kes çû teqîn pêk hat.”   *Jinên Êzîdî yên herêma Efrînê ji bo agahîdayina li ser rewşa tendirustiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang li saziyên mafê mirovan kirin û gotin: "Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê her tim li qadan û kolanan li ser piya bin." BI DÎMEN   *Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê û MYK’ê Gulsen Ulkerê pêşnûmeya ku rayeya birîna mehrê dida miftî  ya hat erêkirin û piştre sererastkirina ‘di destberdanê de navbeynkarî’ hat rojevê, nirxand û wiha got: “Tirkiye  tecrubeya tevgera jinan, cesareta jinan qet nake hesab û em ê vê yekê teqez şûnde bikişînin.Bêguman divê em zêdetir têbikoşin û zêdetir hişyar bin. Divê em tu carî xwe bê hêvî nekin û çi kirine bi aşkera li holê ye.” BI DÎMEN   *Berdevka Meclîsa Jinan a HDp’ê Besîme Koncayê diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya ‘Wisa derbas nabe, wê jin desturê nedin’ wê bi du alî bimeşe û got aliyê wê yê din der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê bimeşe. Besîmeyê bi lêv kir ku her du ling jî wê heta 8’ê Adarê bi awayekî xurt bidome. BI DÎMEN   *Rûniştina biryarê ya  Îzzet Elman ê îşkence li Şehrîban Elmasê kir û  qetil kir sibê tê dîtin. Xwişka Şehrîbanê Yildiz Kurtê diyar kir ku navê kuştinên jinan bûye ‘hezkirin, namûs’ û got ew dixwazin Îzzet cezayê herî giran bigire. BI DÎMEN   *Li taxa Seyranbaglarê ya navçeya Çankayayê û taxa Turkozu ya navçeya Mamakê  di bin kontrola dewletê de hişbir tê firotin û jin û zarokan dikin fuhuşê. Malbatên ji Kurdistanê bi koçberiya zorê hatine, zarokên xwe ji tirsan dernaxin derve.   *Wênesaz-rojnameger Zehra Dogan a li girtîgehê girtiye bi  hevşaredara Licê Rezan Zugurlu ku bi Zarokan xwe re girtiye re hevdîtinek pêk anî.  Rezanê pirsên Zehrayê bersivand û got: “Min berê ji bo gelê xwe têkoşîn dimeşand. Niha ji bo zarokê xwe yê dixwazim azad be, têdikoşim.”   *Kesê bi navê A. yê 39 salî ku zarok îstîsmar kir li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat darizandin û ji aliyê dadgehê ve ji sûcên ‘Îstîsmara zayendî ya zarokan’ û ‘Mustehceniyê’ bi giştî 24 sal û 9 meh ceza hat dayîn.   *Çalakiya konê grêva birçîbûnê li gûndê Girbawî ya girêdayî Bajarê Qamişlo ji bo girtina agahiyekê li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hat li darxistin.   *Bi sedan malbatên Rojavayê Kurdistanê yên ku koçberî  Başûrê Kurdistanê bûn vedigerin  ser xaka rojava û poşmaniya xwe tînin ziman û dibêjin " Tu dever ji rojava ne xweştir e, em ê  rexnedayina xwe bidin "