Rûniştina Meral Daniş Beştaş hat tarloqkirin 2017-10-31 13:32:58   EDENE – Doza dadgeha 2’în Cezaya Asliye ya  Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê  Meral Daniş Beştaşê tarloqî 9’ê Çileyê bû. Rûniştina Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş li 2’îm Dadgeha Ceza ya Asliye hat dîtin. Meralê beşdarî rûniştinê nebû lê parêzera wê li eywanê amade bû. Meralê sûcên ku lê hat barkirin red kir. Meralê diyar kir ku axaftinên ku îdîanameyê de cih digire û tê îdîakirin ku wê kiriye, ew axaftinan jixwe hîn zêdetirî wê li kursiya TBMM’yê hatiye kirin û beraata xwe talep kir. Dosya kirin yek Parêzera Meralê anî ziman ku Meralê li Edeneyê li 3 dadgehên cuda tê darizandin  û daxwaz kir ku her sê dosya bibin yek. Parêzera Meralê anî ziman ku axaftinên ku Meralê kirine, di çarçoveya azadiya fikir û raman de hatiye kirin û beraata muvekîla xwe xwest. Dadgehê daxwaza yekkirina dosyayan pejirand û rûniştin tarloqî 9’ê Çileyê kirin.