1'ê Mijdarê roja cîhanê ya Kobanê 2017-10-31 12:27:49 QAMIŞLO -  Kobanê şerê hebûn û tunebûnê bû. Dema ku behsa  Kobanê tê kirin di hişê mirov de berxwedan û tekoşîn,  geş dibe.  Berxwedaneke ji dil li hemberî dijminên hov hat meşadin.    Çeteyên DAÎŞ'ê bi êrîşên hovane  xwestin hebûna Gelê Kurd tune bikin. Li hemberî  vê hovîtiyê  Gelê Kurd ji her çar parçêyên Kurdistanê  bedena xwe kirin sîper û heya dawiyê dev ji têkoşîna xwe berneda. Hêza dijmin şikandin, dev ji têkoşîna xwe bernedan û canê xwe feda kirin. Her hustek axa Kobanê bi xwîna xwe avdan û azad kirin.   Bi boneya 1`ê Mijdarê roja cîhanê ya Kobanê şervana YPJ`ê Fireşîn Zagros li ser berxwedana Kobanê axivî û got: "Kobanê ji bo me damxayeke dîrokî bû û şerekî pir dijwar hat meşandin. Bûyerên ku li Kobanê hatin jiyîn, ji bo me êşên pir giran bûn û di heman demê de jî lidarxistina têkoşîneke giranbiha bû."   'Xwestin îradeya Gelê Kurd bişkînin'    Fereşînê wiha berdewam kir: "Di sala 2014`an de çeteyên DAÎŞ'ê bi hovîtiya xwe û bi hemû hêza xwe êrişî ser Kobanê kir. Xwestin ku îradeya Gelê Kurd di wir de bişkînin. Li hemberî vê yekê jî berxwedanek pir mezin derket holê. Hem ji milê gel de û hem jî ji milê şervanên azadîyê de. Di wir de birîndarî û şehadet pir çêbûn. Lê berxwedêrên azad ji têkoşîna xwe neqeriyan. Ji bo parastina xaka xwe, rûmeta xwe ji her alî hewldanek giranbiha pêk hat û Gelê Kurd bi ser ketin. "    'Berxwedana Kobanê berxwedanek dîrokî ye'   Feraşînê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Ji bo bidestxistina Kobanê  bi her awayî dijmin hewl da, heta digotin 'em ê nimêja cejnê di mizgeftên Kobanê de bikin'. Bi vî rengî şerekî derûnî jî didan meşandin. Lê Gelê Kurd heta xwîna xwe ya dawiyê şer kir û bi ser ket. Berxwedan Kobanê berxwedanek dîrokî ye. Lehengên wekî ; Arîn, Warşîn, Rêvan, Gelhat … navê berxwedana Kobanê bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin.  Dîsa roja berxwedana Kobanê ya cîhanê li hemû gelan pîroz be."