`Berxwedana Kobanê Bû Rûmeta Cîhanê` 2017-10-31 11:55:58   KOBANÊ - Berdevka Saziya Yekîtî û Piştgriya Gelan Bêrîtan Asya  derbarê 1`ê Mijdarê de axîvî û got: "Berxwedana Kobanê bû rûmeta cîhanê."   Bi boneya 1`ê Mijdarê roja xwedîderketina li cîhanê,  roja xwedîderketina li Kobanê Berdevka saziya Yekîtî û Piştgriya Gelan Bêrîtan Asya destnîşan kir ku berxwedana Kobanê hêviyeke mezin da cîhanê.   `Kobanê bû hêvî û banga cîhanê`   Di despêka axaftina xwe de Bêrîtan diyar kir ku Kobanê bû rûmeta hemû cîhanê û wiha got: "1`ê Mijdarê di cîhanê de weke roja Kobanê hat îlankirin. Ew jî li ser bingeha berxwedana Kobanê hat îlankirin. Berxwedana Kobanê bi hebûn, vîn û îradeya xwe di nava gelên cîhanê de hêviyeke mezin da gelên bindest. Kobanê bû hêvî û banga gel. Dema ku çeteyên DAÎŞ`ê Kobanê dorpêç kirin û ketin axa Kobanê, xwestin ku îradeya Şoreşa Rojava bişkînin. Li hember vê zihniyetê û faşîzma DAÎŞ'ê di destpêkê de bi berxwedana YPJ/YPG û piştî wê jî bi tevlîbûna hemû şoreşgerên enternasyonalîst ên cîhanê li hember faşîzma DAÎŞ`ê bi berxwedaneke bê hempa Kobanê hat rizgarkirin. Bingeha berxwedana Kobanê bû bingeha rûmeta cîhanê, bû sembola berxwedana gelan."   `Tunebûna DAÎŞ'ê li Kobanê dest pê kir`   Bêrîtanê  axaftina xwe domand û bal kişand ser destpêka şikestina DAÎŞ`ê û wiha got: "Îro bi rizgarkirina Reqayê, DAÎŞ'ê hebûna xwe li hember şoreşa rojava winda kir. Tunebûna DAÎŞ'ê di destpêkê de bi berxwedanî û rizgarkirina Kobanê dest pê kir. DAÎŞ'ê hêza xwe li Kobanê winda kir. Ji  ber ku çeteyan digotin:" Ger ku em Kobanê bi dest bixin em ê îradeya şoreşa rojava tune bikin. Li hember vê yekê jî hemû gelên bindest bi berxwedanê û tevlîbûna xwe ev şoreş parastin û axa Kobanê rizgar kirin."   `Şikandina DAÎŞ'ê bi îradeya jinê bû`   Di dawiyê de Bêrîtanê li ser rola jinê ya di şikandina DAÎŞ'ê de wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ew berxwedana Kobanê di serî de bi vîna jinê tê naskirin û bi vîna YPJ`ê hat rizgarkirin. Jinê di Kobanê de roleke pir mezin lîst. Ji ber ku dema çeteyên DAÎŞ`ê êrîşî şoreşa Kobanê kirin di destpêkê de êrîşî jinê kirin. DAÎŞ'ê dixwestin ku bi tunekirina jinê îradeya şoreşê bişkînin. Ji ber ku şoreşa rojava, şoreşa jinê  di cîhanê de tê nasîn. Jinê di milê siyasî, leşkerî û civakî de roleke mezin lîst û ev şoreş vegerand bihara jinan. DAÎŞ bi nêrînek hovane li dijî îradeya jinê bû. Dema ku DAÎŞ ket Şengalê jinên êzidî revandin û di sûkan de firotin. Ev yek bû hêrs û bû sedem ku şervanên YPJ'ê  bi navê pêngava rizgarkirina jinên êzidî pêngavekê dest pê bikin."