Taxa Zeynel Abîdîn veguherî navenda hişbirê 2017-10-31 09:18:03 MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî pevçûnan bi hilweşîna hat destpêkirin re 6 tax hatin tunekirin û yek ji van jî taxa Zeynel Abîdîn bû. Niha xaniyên xerabe yên Zeynel Abîdîn bûne navenda kesên hişbirê bi kar tînin. Tevlî serlêdanan tedbîr nayê girtin şêniyên taxê bi fikar rewşê temaşe dikin. Li Nisêbînê yek ji 6 taxên ku pevçûn lê hat jiyîn taxa Zeynel Abîdîn bûn. Tax piştî operasyonên hat jiyîn niha nayê naskirin. Taxa ku bi nêzîkatiya xwe ya sînorê Rojava tê zanîn,  wek taxên din xebatên TOKÎ’yê lê nayên kirin û  îdiayên der barê aqûbeta taxê de berdewam dikin. Di hilweşînê de xanî hatin tunekirin û yên mane jî niha bûne warê kesên hişbirê bi kar tînin.   Aqûbeta taxê nayê zanîn   Taxa ku bi goristan û mizgeftên xwe navdar e, di encama pevçûnan de terkî tarîtî û bêdengiyê hat kirin. Di hilweşînê de li taxê tenê dêr, mizgeft û goristan saxlem hatin hiştin. Sînorê Rojava ku berê baş nedihat dîtin, niha baş tê dîtin. Piştî hilweşînê  înşata TOKÎ jî lê nehat dest pê kirin û nayê zanîn ku wê aqûbeta taxê çi bibe.   Wê çi bi taxê bê?   Taxa ji ber nêzî sînor e cihekî stratejîk e û qada wê bi sedan metrekareyî dihundîrine. Welatî îdia dikin ku wê tax bibe barageha leşkerî an jî parq. Niha tenê çend malbat çûne taxê. Nayê zanîn ku wê goristana li taxê jî çi pê bê kirin.   Niha jî xaniyên xerabe yên li taxê bûne cihê kesên hişbirê bi kar tînin.  Piranî kesên ku ciwan in dikevin van xaniyan û hişbir û esrarê bi kar tînin.