'Rêber Abdullah Ocalan temsîla vîn û hêviyên gelan dike' 2017-10-30 17:15:33   TIL TEMIR -  Akademiya Civaka Demokratîk a Ş.Bêrîtan Cûdî ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek ji raya giştî re dan.     Derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Akademiya Civaka Demokeratîk a Ş. Bêrîtan Cûdî a bajarê Til Temirê herêma Cizîrê daxuyaniyek ji raya giştî re dan. Bi tevlîbûna  endamên rêveberî û saziyên bajêr, daxuyanî ji hêla rêveberiya Akademiyê Bedîa Husên hat xwendin.     Di daxuyaniya Akademiya Civaka Demokratîk de wiha hat gotin:   Bangewazî ji hemû rêxsitin û saziyên mafê mirovan:"Ev nêzî 19 salan in ku Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê ya dewleta Tirk a faîşst de ye, nêzî du salan in tu agahî jê nehatiye girtin û nahêlin ku hevdîtin bi wî re were çêkirin. Ev yek hişt ku metirsiya Gelê Kurd û cîhanê li ser çarenûs û tendrustiya Ocalan çê bibe, dîsa jî em ji rêxistinên mafê mirovan re dibêjin ku divê zext li ser dewleta Tirkiyeyê bê kirin ku êdî hevdîtin bi Rêber Apo re çêbibe. Rêber Apo kesayeteke girîng û dîrokî ye felsefeyeke hemdem pêşkêşî mirovahiyê kir.Em jî wekî Akademiya Civaka Demokratîk a Ş.Bêrîtan Cûdî tecrîda nemirovahî ya li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan şermezar dikin ji ber ku Rêber Apo temsîliyeta vîn û hêviyê hemû gelên aştîxwaz û yê aşiqê azadiyê dike. Pêvajoya ku dabû dest pê kirin îro em ê di astek herî bilind de dewam bikin."   Daxuyanî bi dirûşmên"Bê serok jiyan nabê" bi dawî bû.