Platforma Saziyên Demokratîk ji bo Abdullah Ocalan dê çalakiyê li dar bixin 2017-10-30 15:48:47   STENBOL - Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê plansaziya çalakiyên bi dirûşmeya “Em ê ji bo tenduristî, ewlehî û azadiya Birêz Ocalan nesekinin” aşkere kir.   Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê ku di nav de rêxistinê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclisa Dayikên Aştiyê, Enstîtuya Kurd, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek saziyên din jî hene li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi civînek çapemeniyê plansaziya çalakiyan a 2 hefteyan aşkere kir. Civîn li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê pêk hat û pankarta “Em ê ji bo tenduristî, ewlehî û azadiya Birêz Ocalan nesekinin” hat daliqandin.    'Nûçeyên tên belavkirin gefek vekirî ya li hember gelê kurd e'   Li ser navê Platformê Berdevaka TJA’yê ya Stenbolê Gulistan Aydin daxuyanî da û diyar kir ku di pêvajoyek wiha krîtîk û dîrokî de geşedanên diqewimin û nûçeyên der barê jiyana Abdullah Ocalan de niyeta polîtîkaya tecrîda li ser Abdullah Ocalan dide dest. Gulîstan got: “Nûçeyên derbarê jiyana Ocalan de tên belavkirin gefek vekirî ya li hember gelê kurd e. Peyama ‘Serokatiya we di destê min de ye her kêliya ez bixwazim dikarim tiştekî bikim’ didin civakê. Ev peyam jî îfşaya polîtîkaya 18 salan a rehîn girtinê ye.”    'Heta Abdullah Ocalan bigihîje azadiya xwe dê çalakiyên me berdewam bike'   Gulîstan destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên Îmraliyê sebra wan xelas bûye û heta ji Abdullah Ocalan agahî bê girtin dê çalakiyên wan berdewam bikin. Gulîstan anî ziman ku dê ji 1’ê mijdarê heta 12’ê mijdarê çalakiyên cur bi cur ji bo tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan li dar bixin û di plansaziya wan de çalakiyên grêva birçîbûnê jî heye û dê li seranserî Stenbolê çalakî pêk bên.    Platformê herî dawî destnîşan kir ku heta Abdullah Ocalan bigîhîje azadiya xwe dê çalakiyên demokratîk bi domdarî pêk bînin.