Li Afganîstanê mafê perwerdeyê yê zarokên keç tê astengkirin 2017-10-30 10:12:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afganîstanê zarokên keç ji ber ku mamosteyên jin tuneye, derfetên ewlehiyê tuneye an jî neçar dimînin bixebitin, naçin dibistanê.   Rêxistina Şopandinê ya Mafê Mirovan (HRW) di rapora ku weşand de diyar kir ku ji sala 2001’ê heta niha ji bo perwerdeya zarokên keç, hewldanên bexşên navneteweyî kêm kiriye. Di raporê de her wiha hat diyar kirin ku piştî rêxistina Talîban a li Afgîhanê hat xistin şûnde, ji zarokên  ji sêyan du heb hîna naçin dibistanê.   Di rapora HRW a 132 rûpelî ya bi ser navê ‘Ez nikarim bibim doktorek û hûn ê rojekê nexweş bikevin; Li Afganîstanê mafê perwerdeyê ya zarokên keç’ de  hat destnîşan kirin ku li Afganîstanê piştî bexşvanên navneteweyî veqetiyan şûnde xebatên der barê çûyîna dibistanê ya zarokên keç de hatiye rawestandin.   3 mîlyon û nîv zarok naçin dibistanê   Di raporê de 249 roportajên bi zarokên keç ên li bajarên Kabul, Kandahar, Balkh û Nangarhar hatiye kirin de cih digire. Tê îfadekirin ku hikûmeta Afgan ji bo zarokên keç bexşê veqetîne jî ev têr nake.  Li gorî hikûmeta Afgan 3 mîlyon nîv zarok nikarin biçin dibistanê û ji van jî ji sedî 85 zarokên keç in.   Li welat niha ji sedî 37’ê zarokên keç xwendin û nivîsandinê dizanin. Her çiqas di qanûnên Afganîstanê de di alî perwerdeyê de wekheviya law û keçan bê xwestin jî hejmara dibistanên zarokên keç biçinê kêm in.   Werger: JIN NEWS