‘Gelê Şirnexê wê teslîmî TOKÎ’yan nebe’ 2017-10-30 09:36:49 Medine Mamedoglu ŞIRNEX - Li Şirnexê piştî qedexeyên derketina derve, hilweşîn û talan xistin jiyanê, bi înşatên TOKÎ’yê berdewam dike. Hevseroka HDP’a Şirnexê Zeynep Onatê diyar kir ku dewlet dixwaze Şirnexê bi TOKÎ’yan teslîm bigire û wiha got: “Lê mirov dîsa berxwe didin. Li hember pevçûnan, bombeyan berxwedan niha jî li dijî TOKÎ’yan berxwe didin.”   Li Şirnexê piştî qedexeyên derketina derve, hilweşîn û talan didome. Her wiha hema înşatên TOKÎ’yê jî dest pê kirin. Li bajarê ku niha înşata TOKÎ’yê berdewam dike wê 6 hezar avahiyên TOKÎ’yê bên çêkirin.    Li 7 taxan xebatên TOKÎ’yê   Di encama pevçûnan de 2 hezar xanî tune bûn. Niha înşaetên TOKÎ’yê li wan taxan berdewam dike. Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Onatê diyar kir ku li 7 taxan TOKÎ berdewam dike û hewl didin gel li malên yek tîp bi cih bikin. Zeynepê di berdewamiyê de wiha got: “Dixwazin bi vî awayî têkiliyên civakî û çandî yên gel biguherin. Mirov ji pevçûnan heta niha ev du sal in tên mexdûr kirin.   Zeynepê bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de bi hezaran welatî bê mal mane û pereyê lêçûna kirêya welatiyan jî nayê dayîn û got: “Xaniyên welatiyan yên bi kedek mezin çêkirin, talan kirin. Bi hinceta pevçûnan xanî hatin hilweşandin.  Armanca vê hilweşînê ev bû ku koçberiyê pêk bînin. Mirov di her şert û mercî de mexdûr kirin. Mirovan li dijî pevçûn, bombeyan berxwe dan û niha jî li dijî avahiyên beton berxwe didin.  Lê wê gel teslîmî TOKÎ’yan nebin.”