Kampanyaya ‘ji mifredatê re înat, di miftitiyê de mehr nabe’ mezin dibe 2017-10-30 09:28:13   Zulal Koçer   STENBOL - Piştevaniya Mor bi şîara ‘ji mifredatê re înat, di miftitiyê de mehr nabe’ kampanya da destpêkirin. Perîhan Kocayê der barê kampanyayê de nirxandin kir û got: “Em bi pêvajoyeke ku berxwedan û serhildanên jinê her diçe mezin dibin re rû bi rû ne. Ev ne pêvajoyeke em bisekinin û temaşe bikine.”   Piştevaniya Mor der barê guherîna mifredata di perwerdê de û qanûna miftitiyê de kampanya da destpêkirin. Aktîvîsta Piştevaniya Mor Perîhan Kocayê der barê kampanyaya bi şîara ‘ji mifredatê re înat, di miftitiyê de mehr nabe’ hatiye destpêkirin de axivî.   Perîhanê diyar kir ku ew wek Piştevaniya Mor li her derê faliyetan dimeşînin û wiha got: “Îsal me kampa duyemîn pêk anî û ji wê pê de me planên demî kirin. Me der barê guherîna mifredat û miftitiyê de kampanya da destpêkirin.   ‘Ji bo em bibin bersiva rojevê’   Perîhanê daxuyakirin ku li hemû bajarên ku Piştevaniya Mor faliyetan dimeşîne kampanyayê wê bidin destpêkirin û got: “Li Tirkiyeyê ev demek dirêje polîtîkayên dijminê jinê kûr bûne. Di serî de li dijî jinê û hemû aliyên civakê dijminahiyek heye. Ji van jî herî zêde jin bi bandor dibin. Ji bo em bibin bersiva rojevê  hewcedarî bi xebatê heye.”   ‘Me serî netewand’   Perîhanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ev du hefteye li bajarên cuda kampanya dane destpêkirin û got wan bi kampanyayê deklere kiriye li dijî qanûna miftitiyê serî natewînin. Perîhanê destnîşan kir ku lingekî din ê kampanyayê mifredata perwerdeyê ye û bi lêv kir ku ew wek Piştevaniya Mor ji bo zarokên xwe teslîmê vê pergala muhafazakar nekin kampanyayê didin meşandin.    'Kampanya li gelek bajaran hat destpêkirin'   Perîhanê di berdewamiyê de wiha got: "Di çarçoveya kampanyayê de li 11 bajaran meclîsên jinan û komîteyên Piştevaniya Mor hatin avakirin. Ev du hefteye ji bilî van bajaran li gelek bajarên din jî me kampanya daye destpêkirin."