Akademiya Star dewreya yekemîn a hemşîreya vekir 2017-10-30 09:14:44   Rogistan Hacî   KOBANÊ - Akademiya Star a Kantona Kobanê ji bo hemşîreyên Heyva Sor a Kurd dewreya ‘Şehîd Gulîstan Hesen’ vekir.   Ji bo jinan di civakê de perwerde hêmana herî sereke ye. Rêberê PKK`ê Abdulah Ocalan dibêje ku ‘Ji bo mirovan perwerde weke av û nan in.’ Li ser vê bingehê jî bi pêşengtiya Kongra Star, Akademiya Star dewreyeke birdozî ji bo 20 hemşîreyên Kantona Kobanê vekir. Wê perwerde 15 rojan dewam bike. Wê di nava perwerdeyê de dersên li ser girîngiya perwerdeyê, zayendparêzî, hevjiyana azad, jineolojî, Netewa-Demokratîk, aborî, edaleta civakî, çand û exlaq, parastina rewa, şerê taybet, sîstema Kongra Star, jin û tendirustî bên dayîn.   Hemşîreyên ku cihên xwe di nav perwerdeyê de girtin hest û armancên xwe anîn ziman û wiha gotin:   `Ez dixwazim rastiya jinê nas bikim’    Gulîstan Îsa hemşîreya nexweşxaneya jidayikbûnê ye. Gulîstan ji bo tevlîbûna perwerdeyê kêfxweşiya xwe wiha anî ziman û got: “Em sê hemşîre ji nexweşxaneya beşa welidandina zarokan tevlî vê  perwerdeyê bûne. Dema ku min bihîst  ez ê tevlî perwerdeyê bibim, ez pir kêfxweş bûm. Ji ber ku ez dixwazim rastiya jinê hîn bêhtir nas bikim.”   ‘Bi saya Rêber Apo jinê rastiya xwe nas kir`   Di heman demê de Bêrîvan Xelîl Endama Heyva Sor a Kurd diyar kir ku armanca wan  ji vê perwerdeyê ev e;  Dîrok, heqîqet, nirx û fikrên  jinê bêhtir bê naskirin. Bêrîvan wiha got:” Îro jin bi saya fikir  û felsefeya rêberê PKK’ê  Abdulah Ocalan rastiya xwe nas kiriye û îro cihê xwe di hemû qadan de digire.  Bi taybet jî qada tendurustî ku îro cihê xwe di nav de digire.”   `Perwerde ji bo min derfeteke zêrîn e`   Endama Heyva Sor a Kurd Xezala Miho ku tevlî dayika sê zarokan e jî cihê xwe di nava perwerdeyê de girt, axivî û wiha got: “Vekirina vê dewreyê ji bo min derfeteke zêrîn e. Perwerde dihêle ku mirov pîvanên xwe nas bike.”