Şaredarî xesp kirin piştre jî veguhertin qereqolan 2017-10-30 09:02:07 WAN - Piştî ku hikûmetê qeyyûm tayînî şaredariyên DBP'ê kirin şûnde, pêkûtiyên qeyyûman berdewam dikin. Hedefa yekem a Qeyyûmê ku tayînî şaredariya Elbaxê hatiye kirin binpêkirina xebat û serkeftinên jinan e. Li Tirkiyeyê cara yêkem di serdema  şaredariyên de paradîgmaya azad û rêveberiya jinê esas tê girtin. DBP'ê di şaredariyan de pergala hevserokatiyê anî û di şaredariyan de pêşengî da jinan. Lê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve 50 şaredariyên DBPê qeyyûm hatine tayînkirin û 69 hevserokên şaredariyan hatine girtin û şaredariyên ku bi vîna gel hatibûn hilbijêrtin hatine xespkirin.  Piştî ku qeyyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin,bê guman pêkûtiyên hikûmetê jî bê nav ber berdewam kirin. Yek ji van şaredariyan jî şaredariya navçeya Elbaxê ye. Di meha Çileyê ya 2017'an de qeymeqam Abdulselam Oztûrk  tayînî şaredariya Elbaxê hate kirin. Hate zanîn ku qeyyûm jinên ku di daîreya hevserokatiyê de dixebitin hemû  derxistine û bi gotina 'Ez naxwazim daîreya xwe de jinan bibînim' her wiha şaredariya ku bi betonan tê parastin, ferqa wê û qereqolê tune ye.    Mîna her qeyyûmên AKP'ê hedefa qeyyûmê ku tayinî şaredariya Elbaxê hatiye kirin jî dibe serkeftin û xebatên jinan. Piştî ku qeyyûm tayînî şaredariya Elbaxê hatiye kirin heya niha hemû xebatên jinan hatine sekinandin û gelek jinên xebatkar jî ji aliyê qeyyûm ve ji kar hatine derxistin.    Di dema şaredariya DBP'ê de li Elbaxê ji bo ku jin di warê aborî de xweseriya xwe ava bikin atolye hatibû vekirin. Piştî qeyyûm tayînî şaredariya Elbaxê hate kirin Atolyeya jinan hate girtin. Serayên ku bi keda destê jinan hatibû vekirin, hate girtin.    Di şaredariyê de ûnitiya jinan a ku bi rêxistinbûyin û keda jinan hatibû avakirin, ji aliyê qeyyûm ve hate girtin.    Bazara keda jinan a ku di dema şaredariya DBP'ê de avakirina wê hîna berdewam dikir, niha xebata avakirina bazara keda jinan ji aliyê qeyyûmê ve hatiye sekinandin.    Di dema şaredariya DBP'ê de qrêşa ku ji bo zarokan   bi  zimanê dayîkê  perwerdehî dihat dayin hate girtin û ji aliyê qeyyûmê ve veguherî qrêşa taybet. Bi vî awayî  qrêşa bi zimanê dayikê veguhertin  perwerdehiya bi tirkî.    Di dema şaredariya DBP'ê de Mala Perwerdehiyê a jinan hatibû vekirin, qeyyûm veguhert mala mamosteyan.    Perqa bi navê 'Perqa jina azad' a ku di dema şaredariya DBP'ê de hatibû vekirin, ji  aliyê qeyyûm ve navê wê hat guherandin û navê wê kirin 'Şehit korucu Ekrem Keskin Parki'.   Her wiha 3 parqên ku di dema şaredariya DBP'ê de hatibûn vekirin ji aliyê qeyyûm ve navên wan hate guhertin û her parqekê navê cerdevan (korucu) lê hatin kirin.    Di dawîyê de jî 7 jinên ku di şaredariyê de dixebitînji  aliyê qeyyûm ve ji kar hatin avêtin.