Bi çavên rojnamevanan pêngava Reqayê 2017-10-29 09:06:40   Felek Mûsa-Kawenda Hîlalî   QAMIŞLO - Nûçegîhana ANF'ê Hêvîdar Hebûn li ser pêngava rizgarkirina Reqayê nêrînên xwe ji ajansa me JINNEWS re vegot.   Nûçegihana Ajansa Firatê (ANF) Hîvda Hebûn rojên berxwedana mezin û hilweşandina paytexta zilmê ya DAIŞ'ê bi nêrîn û nirxêndinên balkêş rave kir û got: "Ev hemle hem ji bo  Bakûrê Sûriyeyê û hem jî ji bo giştî, Rojavayê Kurdîstanê pir girîng bû. Ferqa vê hemleyê jî ew bû ku gelek pêkhateyên weke; Hêzên Ereb, Kurd, Suryan, Turkmen û biyanî tevlî bûbûn."   ‘Ji bo rizgarkirina sivîlan gelek caran şervan "şehîd" ketin’   Nûçegîhana ANF'ê Hîvda Hebûn  wiha berdewam kir: "Bê guman hêzên jin YPJ û YJŞ'ê bi berxwedaniyeke pir mezin cihê xwe di nav hemlê de girtin. Di vê hemleyê de tiştê herî balkêş û bi bandor ew bû ku bajareke dema dihat rizgarkirin bê ku zirarê bidin kesên medenî, ew pêngav bi rê ve dibirin. Mirov dikare bêje gelê Reqayê hemû di nava şer de dijîn. Lê DAÎŞ’ê dixwest ku wan ji xwe re bike mertal.  Gelên Reqayê ji alîyê DAÎŞ'ê ve hatibûn desteser kirin. Ev jî dibû astengî ji bo pêşveçûna hêzên QSD'ê.  Ji bo gelê medenî neyên qetil kirin, kuştin û zerar nebînin, QSD'ê pir bi baldarî tev geriyan. Gelek caran şervan ji bo gelê medenî xilas bikin şehît diketin. Her wiha ji bo gel xwe ji destê DAÎŞ'ê rizgar bikin jiyana xwe ji dest didan."   Di şerê Reqayê de gelek Rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan   Her wiha Hîvda Hebûn anî ziman ku di vê hemleyê de kedên pir mezin hatin dayîn û  wiha got: "Bi taybet Ragihandina Azad kedeke pir mezin da û şehadetên giran hatin jiyîn. Hevalên me yên rojnamevan yên weke Mehmet Aksoy, Hogir, Fîraz û Dîlîşan Îbîş şehîd ketin. Ev hevalên me heta dawiya  jiyana xwe kêlî bi kêlî şer dişopandin û  şer,kêfxweşî, lehentiya şervanan bi raya giştî re parve dikirin. Ez bi rêya we careke din ked û fedekarîya hevalên xwe yê Rojnamevan bi bîr tînim. Di heman demê de ew bîranînên wan ji bo me dibe hêz û ji alîyê me ve tu caran nayê ji bîrkirin."   Jin bi artêşa xwe tevlî bûn   Hîvda Hebûn axaftina xwe wiha domand: "Di hemla Reqayê de tiştê girîng û sereke cihgirtina hêza jin bû. Berê jî YPJ'ê di nav hêzên leşkeri de di çeperên herî pêş de  cihê xwe digirtin, lê di hemla Reqayê de cudahîya jin êdî di asta stratejîk de bû. Jin êdî rêveberî û mejîyê şer temsîl dikir, ne bi tenê di çeperên pêş de şer dikirin, di heman demê de bi awayeke artêşbûna jinê cih digirtin."   Tevîbûna jinê çarenûsa Reqayê guhert!   Hîvda Hebûn wiha dirêjî da axaftina xwe û got: "Êrişên li Reqayê piraniya xwe li ser jinê bû.  Jinên ji hemû pêkhateyan di meydanên Reqayê de ji alîyê DAÎŞ'ê ve dihatin firotin û qetil kirin. Ji bo tolhildana vê hem YJŞ û YPJ'ê bandorên pir mezin li ser hemleya Reqayê kirin.   Ev ji bo serkeftina Reqayê diyarker bû   Hîvdayê wiha dawî li axaftina xwe anî:”Tevlîbûn û wêrekiya jinan a weke YPJ û YJŞ’ê hişt ku bala hemû jinên cîhanê bikişîne û gelek şervanên jin di vê pêngavê de jiyana xwe ji dest dan.”