Ji Meclîsa Jinê ya HDP’ê komxebata ‘di rêveberiya xwecihî de jin’ 2017-10-28 15:49:53   AMED – Meclîsa Jinê ya HDP’ê komxebata bi navê “Di rêveberiya xwecihî de jin û qayyim” li dar xistin.   Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) komxebata bi navê “di rêveberiya xwecihî de jin û qayyim” li dar xistin. Li eywana Egîtîm Senê ya Şaxa 1’em afîşên ku wêneyê hevserokên şaredariyan û panqarta”Ev wiha naçe jin destûrê nadin.” hatibû daliqandin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigitalp, endama HDP MYK Yurdusev Ozsokmenler, Meclîsa Jinê ya HDP-DBP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevseroka Bajarê Amedê ya HDP’ê Gulşen Ozer, Aqtivîstên TJA’yê beşdarî komxebatê bûn.   Komxebat bi xwendina navên 27 hevserokên ku hatine girtin dest pê kir.   ‘Ji ber tirsa xwe me hêsîr girtin’   Besîme Konca ya ku di komxebatê de mafê axaftinê girt wiha got:”Ji bo sîstema desthilatdar a mêr em bişkînin em derketin rê. Zîhniyeta ku şaredarî veguhertine qereqolan êrîşek li dijî destkeftiyên jinê pêk anîne. Loma ji me tirsiyan û me hêsîr girtin. Ku ew li dijî me êrîşên polîtîk pêk bînin em ê jî serîhildana xwe berdewam bikin. Em li her qadên jiyanê hene û me bi gotina ku em dibêjin wiha naçe em destnîşanê diavêjin binê serkeftinên mezin.”    ‘Gerek îktîdar ji gel re diyar bike ku sûcê şer pêk tîne’   Besîme gotina serokkomar ya “Me îxanet li Stenbolê kir” bi bîr anî û diyar kir ku heta îxanet jî bedelek wê heye.     Komxebat  bi serenavê “Di rêveberiya xwecihî de tecrubeyên jinan” bi awayekî ji çapemeniyê girtî berdewam dike.