Yildiz Gemîcîoglu: Bila hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan 2017-10-28 11:58:28   Evrim Kepenek    STENBOL – Yildiz Gemîcîoglu ya ku ji Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê di çarçoveya ‘paşxistina înfazê’ hat berdan, Girtîgeha Tîpa C’yê ya Tarsûsê wekî navenda îşkenceyê pênase kir.Yildizê diyar kir ku cilên yekreng li girtiyan tê ferzkirin û xwest ku hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.   Yildiz Gemîcîoglu ya ku bi nexweşiya Wernicke Korsakof ye û di Girtîgeha Girtî ya Bakirkoyê de bû do şev serbest hat berdan. Yildizê ya ku nexweş e nêzî 4 mehan li Girtîgeha Tîpa C’yê ya Tersûsê ma, 2 meh û nîvan jî li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê ma. Lê Yildizê anî ziman ku:” Kiryarên ku li herdu girtîgehan pêk tên cuda ne û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa C’yê ya Tersûsê zext û îşkenceyên gelek giran hene. Girtî di dema neqîlê de îşkenceyê dibînin.”   Yildizê Girtîgeha Girtî ya Tîpa C’yê şiband navenda îşkenceyê û da zanîn ku rêveberên Girtîgeha Girtî ya Tîpa C’yê ya Tersûsê kesên ku di salên 90’î de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’yê ya li Amedê komkujî pêk anîne.    ‘Girtîgeh rûyê dewletê yê herî sar e ku mirov hês dike’   Yildizê diyar kir ku bi OHAL’ê re mafên girtiyên di girtîgehan de ji destên wan hatine girtin. Yildizê destnîşan kir ku  girtîgeh rûyê dewletê yê herî sar e ku mirov hês dike.    ‘Teqez ew ê serîhildanek mezin pêk were’   Yildizê bal kişand ser ferzkirina cilên yekreng û diyar kir ku heger ev kiryar têkeve dewrê dê girtiyê bi serîldanek mezin bertekê nîşanî vê yekê bidin.   Yildizê herî dawî diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş bi sedema OHAL’ê girantir bûye û xwest ku girtiyên nexweş demildest bê berdan.