Jinên Dêrsîmê: Qanûn wê têkoşîna jinan asteng neke 2017-10-28 09:16:17   Melîke Aydin   DÊRSÎM - Jinên Dêrsîmê diyar kirin ku bi qanûna miftitiyê jiyana muhafazakar li jinan tê ferzkirin û divê piştevaniya jinan a li dijî pêşnûme ya qanûna li meclîsê hatiye qebûlkirin, bê zêdekirin.   Jinên Dêrsîmê bertek nîşanî qanûna miftitiyê dan û diyar kirin ku got ji vê qanûnê bigirin heta guherîna mufredata di perwerdê de her tişt şerîatê bi bîr tîne û divê li dijî piştevaniya jinan bê mezinkirin, banga mezinkirina rêxistinê kirin.   Jina bi navê Saadet Yildirim ku xwendekara Zanîngeha Munzurê ye, diyar kir ku Tirkiye her diçe dikeve forma dewleta şerîatê û wiha got: “Saziyeke olî an jî aydê mezhebî bi rayedarên dewletê tije kirin, zirarê dide wekheviyê.Mirov ji bo di ewlehiya dewletê de bijîn dema dizewicin mehra fermî dikin.  Lê wek tê zanîn ji xwe qanûn li alî mêr in.  Me tu carî nedît ku dewlet li aliyê jinan cih digire. Lê jinan bi salan e bi têkoşînê mafên xwe qezenc kirin.  Desturê nadin tu çalakî pêk bê.  Jin her tim bi êrîşan re rû bi rû ne. AKP dixwaze şerîatê bîne."   ‘Em ê têbikoşin’   Guneş Hazretê jî bi lêv kir ku ev qanûna miftitiyê wê herî zêde bandorê li jinên penaber ên Sûriyeyê bike û got: “Çav berdane qezencên jinan, pêşeroja zarokên keç. Em ê tu car desturê nedin tunekirina hiqûqa laîk. Dema dest dirêjî mafên me bibin em ê têbikoşin.”   ‘Avakirina pergala şerîatê ye’   Dîlber Demîrkaya ku teqawît e, da xuyakirin ku qanûn ji meclîsê derbas bûye lê têkoşîna jinê jî divê berdewam bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li her qadê li her derê OHAL jî tê de ligel hemû astengiyan divê piştevanî bidome. Qanûna di meclîsê de hatiye derbaskirin hemû qezencên jinan hedef girtiye. Ev qanûn tê wateya avakirina pergala muhafazakar.  Ferzkirina koletiya jinê ye.  Bi vê qanûnê re wê zewacên zarokan zêde bibin. Ev pêngavên ewil yên Şerîatê ne. "   Fîdan Akbayirê jî anî ziman ku komele û saziyên jinan di bin zextan de û tê xwestin rêxistinbûnên jinan ji aliyê desthilatdariyê ve bên belavkirin. Her wiha da xuyakirin ku qanûna miftitiyê tarîqatan xurt dike.