Serlêdana malbata Abdullah Ocalan hat redkirin 2017-10-27 16:19:41   STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girrtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê carek din serlêdana malbatan red kir.   Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi boneya roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi boneya hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriya Komarê carek din serlêdana malbatan red kir.