Jina ku leşkeran ew derb kir qeyrana dil derbas kir 2017-10-27 16:16:20   WAN – Leşkeran li gundê Mollatopuz (Meletopuz) yê Ozalpê malek bi bombeya gazê û bi bombeya destan şewitandin û jinek derb kirin. Jina ku ji aliyê leşkeran hat derbkirin, qeyrana dil derbas kir.   Do serê sibehê saet di 09:00 de li kolana Mollatopuz (Meletopuz) ya girêdayî navçeya Ozalpê ya Wanê , bi hinceta ‘îxbar heye’ bi dehan leşker û wesayetên zirxî li ser malekê de hatibû girtin. Leşkeran berê malbat ji malê derxistin û bombeya gazê dawiyê bombeya destan avêtin malê û mal tevî alavan şewitandin. Serê sibehê heyetên ku ji HDP’ê û DBP’ê pêk tên çûn gund û li gund lêkolîn kirin. Derket holê ku jina 86 salî di encama derbkirina leşkeran de qeyrana dil derbas kiriye.   Li gor agahiyên  xizmên Helîme, dema ku leşkeran bombe dikira biavêtan malê Helîmeyê xwest ku mudahale bike loma leşkeran ew derb kirin. Ji ber ku Helîmeyê got ez ê pîmê bombeyê wekî delîl bi kar bînim loma ew ji aliyê leşkeran kete xwarê û qeyrana dil derbas kir.    Hat diyarkirin ku malbata Helîmeyê ew rakire nexweşxaneyê.    Hat diyarkirin ku rewşa Helîmeyê ya ku sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û perwedeyê ya Bajarê Wanê Beşa Lezgîn hat kirin rewşa wê girane.