Zarok li qûrsa Qûranê bî tundiyê rû bi rû man 2017-10-27 12:36:39   TRABZON - Derket holê ku kesê bi navê H.T û li Qûrsa Qûranê ya Ballicayê mamostetiyê dike tundî li zarokan kiriye.   Diyar bû ku kesê bi navê H.T ku li Qursa Kuranê ya Balicayê ku  girêdayî kolana Ballica ya navçeya Ofê ya Trabzonê ye tundî li zarokan kiriye û zarok li ser vê yeke ji qûrsê reviyane û çûne jandarmayê. Zarokan di îfadeyên xwe de diyar kirin ku ji ber ku wan di jiberkirina dersa Quranê de xelitî kirine, mamosteyê qursê yê bi navê H.T gef li wan daye xwarin û şîddet li wan kiriye û loma ew jî reviyane.   Ji aliyekî din ve jî rêveberê qûrsê Vahap Vahapoglû anî ziman ku zarok ji aliyê malbatan ve bi zorê tên qûrsê û malbat derewa li wan dike.