HDP’ê salnameya çalakiyê ya ji bo Abdullah Ocalan diyar kir 2017-10-27 12:10:36   STENBOL – Di navbera dîroka 30’ê Cotmehê û 12’ê Mijdarê de di çarçoveya giştînameya HDP’ê de ji bo ku bal bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li gelek cihên Stenbolê ji grêva birçîbûnê heta şandina nameyan çalakiyên cur be cur bên li darxistin.   Ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) giştînameyek weşand û di çarçoveya vê giştînameyê de Rêxistina Bajarê Stenbolê plana xwe ya çalakiyê diyar kir. HDP’yê di navbera dîroka 30’ê Mijdarê û 4’ê Mijdarê de bi awayekî girseyî, ji bo ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re name bê şandin û ji bo taleba hevdîtana Abdullah Ocalan a bi malbat,parêzer an jî bi heyetekê re dê dîlekçe ji Komîteya Pêşgirtina Îşkenceyan a Ewropayê (CPT) bê şandin. Di heman demê de HDP’yê ji 4’ê Mijdarê heta 12’ê Mijdarê têkevin grêva bidem-dorveger a birçîbûnê.   Di çalakiyên grêva birçîbûnê yên ku dê 2 rojan û bi komên ji 10 kesan pêk tên, bê destpêkirin de dê hinek çalakiyên din jî bên li darxistin. Di 12’ê Mijadarê roja dawî ya çalakiya grêva birçîbûnê de dê li hemû navçeyan daxuyaniyên hemwext bên dayin.