Dayika Sîsê:Yên tiştên hêjayî min dîtin bila şerm bikin 2017-10-27 09:22:24   MERSÎN - Parêzer Sebahat Gençtarîh ku bi  Sîsê Bîngol a surgunê girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê hat kirin û girtiyên din re hevdîtin kir geşedanên dawî yên girtîgehê ragihand. Sebahatê diyar kir ku rewşa dayika Sîsê ber bi xerabûnê ve diçe û got Sîsê wiha gotiye: “Yên di vî temenî de ev tişt hêjayî min dîtin bila şerm bikin.” Sebahatê her wiha diyar kir ku li girtiyan yek tîp cil û berg tê ferzkirin û zarokên bi dayika xwe re dimînin jî hewcedariya wan nayên peydakirin.   Parêzer Sebahat Gençtarîh li girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê bi girtiyan re hevdîtin kir. Sebahatê bi Sîsê Bîngol ya 75 salî ku ji aliyê Dadgeha Îstînaf a Erziromê ve di 8’ê Nîsana 2017’an de cezayê wê hat erêkirin û surgunî girtîgeha Tarsûsê hat kirin û gelek girtiyên din re hevdîtin kir.  Sebahatê bi lêv kir ku rewşa tenduristiya dayika Sîsê berbi xerabiyê ve diçe û rewşa wê ya fîzîkî û rûhî ne baş e.   Sebahatê diyar kir ku dayika  Sîsê ji girtîgeha Tîpa E ya Muşê sirgûnî Tarsûsê hatiye kirin û di wesayîta rîngê de sê rojan nehiştine dermanê xwe bigire û wih berdewam kir: “Dayika Sîsê bi ava xwe hat hevdîtinê. Got devê wê ziwa dibe û di warê kezeb, tansiyon, dil û rêya îdrarê de nerehete.  Sîsê got 'Milê mê min ditevize û serê min dêşe’.Ji Muşê bi lez surgunkirin. Nehiştine tiştekî xwe bigire."   ‘Bila şerm bikin’   Sebahatê di berdewamiyê de wiha got: “Dayika Sîsê diyar kir ku di rîngê de êşek mezin kişandiye û kes pê re eleqeder nebûye. Dema ev digot rondik dibarand.  Got ‘yên ev bi min dan jiyîn bila şerm bikin’. Divê emelyet bibe.  Ji kezebê nerehete.  Divê demildest ji bo dayika Sîsê bikevin nav tevgerê.”   ‘Zextên li ser girtiyan didomin’   Sebahatê  got bi girtiyên din re jî hevdîtin kiriye û wiha berdewam kir: “Rêveberiya girtîgehê pêkanîna yek tîp cil û berg ferz dike. Berxwedana girtiyan ya li dijî vê didome. Di koxuşên 9 kesî de 18 kes dimînin.  Malbatên tên hevdîtinan jî rastî zextan tên.  Heqeret li malbatan tê kirin û lêgerîneke dij mirovane tê kirin. her wiha girtiyan da zanîn ku zarokekî 17 salî tazî lêgerîn kirine û got li girtîgehê jî hemara zarokan zêdene û hewcedariyên wan nayên dayîn.”