Li girtiyên jin ferzkirina ‘koxuşa serbixwe’ 2017-10-27 09:09:40   ENQERE - Di meha borî de li Enqereyê di operasyona hat kirin de endama partiya Şoreşger û xwendekara zanîngeha Enqereyê Ozgecan Ozgenç  hatibû girtin û bi nameya ji girtîgeha Sîncanê şand diyar kir ku ji bo bi hevalên jin yên sala borî ji heman dozê girtîne re bimîne daxwazaname daye û got: “Îdareya girtîgehê got ‘tu dixwazî tevlî rêxistinê bibî?’. Bi israr dixwazin me bikin koguşa serbixwe.  Hewcedarên me  jî ji aliyê îdarê ve tê astengkirin. Em li dijî van pêkanînan li ber xwe didin.”   Di 27’ê îlonê li hemberî Partiya Şoreşger a Yekbûyî ya Enqereyê serdegirtin pêk hat û endama partiyê û xwendekara zanîngeha Enqereyê Ozgecan Ozgenç hatibû girtin.  Ozgecanê nameyek şand û diyar kir ku ji 11 kesî 8 kes hatine girtin û  got: “Bavê min jî bi me re hat girtin. Em 4 jin anîn girtîgeha jinan a Sîncanê. Me xwest em tiştên jiyane bi we re parve bikin.”   ‘Ti dixwazî tevlî rêxistinê bibî’   Ozgecanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku şeva hatine girtin ji bo demekê di koxuşekê de hatine girtin û got: “Piştre em xistin koxuşên xwe. Di 3’ê cotmehê de me xwest em bi hevalên xwe yên ji doza DKP\BOG’ê hatine girtin re di heman koxuşê de bin. Me daxwazname nivîsî.  Wan jî got ‘hun dixwazin tevlî rêxistinê bibin’. Ji me xwestin ji bo em derbasî koxuşa serbixwe bibin daxwaznameyê binivîsin. Em çar jin ji ber tecrubeya me tinebû bi van polîtîkayan re rû bi rû man.”   Derîyê hewşê hatin girtin hewcedariyên me nedan   Ozgecanê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Em 4 jin xistin koxuşek qirêj. Deriyê hewşê yê divê saet di 8’an de bihata vekirin heta 13.00’an li ser me girtin.  Ne peda jinan, ne av û ne jÎ hewcedariyek din dan me. Me serlêdana sûc kir.  Di encama serlêdanên me de em çû cem hevalên xwe. Em 6 hebin. Niha pêkanînên kêfî li me ferz dikin.”