Evîndar Dêniz: YPJ li dijî terorê hêza yekemîn e 2017-10-27 09:03:57   Civîn Husên   QAMIŞLO - Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê  Evîndar Dêniz pêşketinên leşkerî yên dawî û pêngava Bagêra Cizîrê nirxand.   Fermandara YPJ'ê Evîndar Dêniz  derbarê rewşa Reqayê ya leşkerî ,hemleya Pengava Dêra Zorê û Îdlibê de nirxandin kir. Evîndarê diyar kir ku pêşketinên ku niha li Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Rojava/Bakurê Sûriyeyê çêdibin dîrokî ne û wiha got:"Pêşketinên li ser axa Bakurê Suriyeyê her ku diçe zêde dibe. Hêzên YPJ'ê ji bo parastina hemû jinan û parastina civakê, di asta herî jor de tekoşînê dike û pêş dikeve. Piştî rizgarkirina Reqayê êdî mayin tê paqijkirin, ji bo welatiyên Reqayê dîsa vegerin warê xwe, bajar ji nû ve ava dibe."   'Armanca Pêngava Bagera Cizîrê gav bi gav pêk tê'   Evîndarê bal kişand ser pêşketina Pêngava Bagera Cizîrê û wiha dewam kir:"Armanca hemleya Pêngava Bagera Cizîrê  gav bi gav bi cih tê , serkeftinên pir mezin  çêdibin. Lê hêzên desthildar, dijminê mirovahiyê li dijî destkeftiyên Gelê Kurd disekinin û dixwazin Kurda tune bikin. Armanca Rûsya diyar bû ku dest dînin ser  cihê Petrolê ku QSD'ê  bi pêşengtiya YPJ'ê rizgar kiribû. Lê belê bi berxwedana xwe ya leşkerî şervanan ev êrîş vala derxistin, em van êrîşan qebûl nakin û em ê li dijî van erîşana her hewl bidin. Erdogan jî di warê zextên xwe yên Efrînê de bi ser nakeve. Em tucar nahêlin ku tu hêz me dagir bike û em ê her têkoşîna xwe berz bikin."   'Em hemû serkeftinên xwe diyarî xwediyê  rêya azadiyê Rêber Apo dikin'   Evîndarê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "YPJ'e  hemû jinan û hemû mafên mirovatiyê diparêze. Û dê di rêya têkoşîn û azadiyê de her ser bikeve. Em hemû serkeftinên xwe diyarî xwediyê azadiyê Rêber Apo dikin."