Parêzerên Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin 2017-10-26 14:11:25   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan bi armanca bi muvekîlê xwe re hevdîtinê bikin, cara 699’an serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Serbay Koklu û Nevroz Uysal, bi armanca bi muvekkilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran ji wê demê heta niha 699 caran serlêdan kirin.   Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 698 caran serlêdanên parêzeran bi hinceta "Muxalefeta hewayê heye", "keştî xera be ye", “koster di tamîrê de ye" û "OHAL" hatin redkirin.