24 kesên ku hatibûn binçavkirin Salîha ya 80 salî jî di nav de hatin berdan 2017-10-26 12:27:27   AMED - Li taxa Şehîtlîk û Ben û Senê ya Amedê di encama serdegirtina malan de 24 kesên ku di nav de Salîha Narîn (80) û Rahîme Zengîn (75) jî hebûn hatibûn binçavkirin û piştî îfadeya wan a li Şaxa TEM'ê ya Amedê  hatin berdan.    Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê di 23'ê Cotmehê de çawîşê bispor Bîlal Dîcle bi gulebaranê ji aliyê kesên nenas ve birîndar bûbû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bû. Piştî bûyerê ji aliyê polîsan ve li taxa Şehîtlîk û Ben û Senê yên Yenîşehira Amedê bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtina malan de gelek kesên ku di nav de nexweşa şekir û tansiyonê Salîha Narîn (80), Rahîme Zengîn (75) jî heye hatin binçavkirin. Jina bi navê Salîha li muduriyeta polîsan gelek caran rewşa wê ya tenduristî xerab bû lê li ser sedyeyê hat sekinandin û di bin çavan de hat girtin.   24 kesên ku di nav de Salîha û Rahîme jî hebûn ku hatibûn binçavkirin duh êvarê piştî îfadeya wan a li  muduriyetê polîsan hatin berdan. Herwiha hat aşkerakirin ku hîna li Şaxa TEM'ê ya Amedê hîna gelek kes di binçavan de tên girtin.