Girtiyên jin ji ber pêkanînên leşkerî red kirin di bin tecrîdê de ne 2017-10-26 09:38:23 Esra Aydin XERPÊT - Girtiyên jin yên girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê ji ber pêkanînên leşkerî yên lê wan tên ferzkirin red kirin ev meheke tên tecrîdkirin. Girtiya bi navê  Medya Tagam nameyek şand û diyar kir ku girtiyan  nameya girtiyan ya wek alav bi numare kirine red kirine û ji ber vê jî hatine tecrîdkirin û mafê wan yê parêzer û parastinê hatiye astengkirin.   Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde bi OHAL’ê re li girtîgehan jî binpêkirina mafan zêde bû. Yek ji van girtîgehan jî girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê ye. Girtiya bi navê Medya binpêkirinên mafan yên dijîn bi nameyekê ragîhand û banga hestiyariyê kir.   Medya Tagamê da zanîn ku li girtîgehê bi KHK’yan gelek pêkanînên kêfî tên jiyîn û her tim li girtiyan îşkence tê kirin û ji 21’ê îlonê heta niha di bin tecrîdê de ne.   Ferzkirina leşkerî   Medyayê daxuyakirin ku ji mafên hevdîtina malbatê, hevdîtina parêzer, hevdîtina telefon, girtina kargoyê, revî û nexweşxanê fêdeyê nagirin û hinceta vê jî eve ku girtiyan nasnameya girtiyan qebûl nekiriye. Medyayê wiha berdewam kir: “Girtina nasnameya girtiyan pêkanînek leşkeriye. Armanc eve ku her deqe em tekmîlê bidin.  Ev pêkanînek li dij mirovahiyê ye.”   Medyayê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em girtiyên siyasî yên jin ji ber ne alavin,nasnameyên girtiyan jî hilnadin.  Ji ber vê mafên me yên xwezayî tên tecrîdkirin. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”