Sembola azadiyê! 2017-10-25 15:46:22   EFRÎN - Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk  a Jinê ya herêma Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî tekoşer Bêrîtan bi bîr anî.   Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Jinê bi boneya salvegera şehadeta 25. a tekoşer Bêrîtan daxyaniyeke nivîskî da.   Daxuyanî ji aliyê Endama KPCD'ê Memoste Fatmê Sîdo  ve hat xwendin   Daxuyanî li pêşiya Navenda Komîteya Perwerde ya Civaka Demokratîk  hat dayîn.  Bi dehan mamosteyên (KPCD) tevlî daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Têkoşer Bêrîtan bi felsefeya Rêber Apo bû sembola heqîqetê.  Fermandara serkeftin a li dijî paşverûtî û xiyanetê bû. Bêrîtanê çavkanî û berxwedana Gelê Kurd a çar parçeyan e. Têkoşera azadiyê bihgeha hewldana jinê ye. Çalakiya Bêrîtanê îsbat kir ku tu hêz nikare jinên ku bi felsefe û rihê azadiyê ve hatine xemlandin dîl bigire "   Di dawiyê de Mamosteyên KPCD'ê banga tevahî tevgerên jinên navnetewî  kirin ku li qadan bi awayekî çalak bikevin nava tevgerê û çalakiyan li dar bixin.