Li Evîn û Abdulhalîm Hîllez sîxurî tê ferzkirin 2017-10-25 12:52:57   AMED -Hat aşkerakirin ku li Evîn û hevjînê wê Abdulhalîm Hîllez ên ku duh li Farqînê di encama serdegirtina mala xwe de hatin binçavkirin ev du meh in ku sîxurî tê ferzkirin.   Duh li Farqîna Amedê ji aliyê polîsan ve bi ser mala Evîn û Abdulhalîm Hilez ên ku hevjînê hevin de hatibû girtin.  Piştî ku li malê lêgerîn hat kirin Evîn û Abdulhalîm hain binçavkirin.   Hat aşkerakirin ku evîn û Abdulhalîm berî bi mehekê ji ber ku sîxurtî li wan hatiye ferzkirin serî li ÎHD'a Amedê dane. Evîn û hevjînê wê diyar kirine ku wan ajantiya li wan hatiye ferzkirin qebûl nekirine lê tacîza polîsan a ku hûn ê sîxurtiyê bikin berdewam kiriye û alîkariye  hiqûqî xwestine. Evîn a ku ji bo  em li ser mijarê jê agahiyan bigrin beriya bi hefteyekê em bi telefonê lê geriyan jî diyar kir ku ew hîna ji sîxurtiya ku li wan hatiye ferzkirin bi gûman in.   Herwiha Evîn û Abdulhalîm ên ku li Mudryeta Emniyetê ya Farqînê tên girtin sedema binçavkirina wan nehat zanîn.