Polisan di serdegirtina malan de 17 kes binçav kirin 2017-10-25 12:39:17   AMED - Li taxên Benusen û Şehîtlîkê yên navçeya Yenîşehîr a Amedê, polîsan têkildarî kuştina Çawişê Pispor Bîlal Dîcle bi ser gelek malan de girt û 17 kes binçav kirin.    Li navçeya Yenîşehîra Amedê di 23’ê Cotmehê de Çawişê Pispor Bîlal Dîcle rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Polîsan têkildarî bûyerê operasyon dan destpêkirin û bi ser gelek malan de girtin. Polîsên li taxên Şehîtlîk û Benusen ên navçeya Yenîşehîrê bi ser gelek malan de girtin 17 kes binçav kirin.