Li Yukselê di roja 350'emîn de mudaxale û binçavkirin 2017-10-24 15:27:25   ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 350 roj e li Kolana Yukselê dewam dike, çalakvanên ku xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê polîs êrîşî wan kir û 4 kes xist binçavan.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 230 roj e berdewam dike, çalakiya piştgiriyê ya "Em karê xwe dixwazin" 350 roj li pey xwe hişt. Koma li Kuçeya Konurê li hev kom bûn û xwestin li ber Birdariya Mafên Jiyanê daxuyaniyê bidin lê polîsan nehişt ew derbasî Kolana Yukselê bibin. Komê li vir xwest li pêşberî polîsan daxuyaniyê bide, lê polîsan êrîşî çalakvanan kir û pankartên wan çirandin. Di êrîşa polîsan de 4 kes bi derpkirinê hatin binçavkirin.