Rojên Çand û Hunera Kurd dest pê dike 2017-10-24 12:40:22   STENBOL - Mîhrîcana Rojên Çand û Hunera Kurd ku vê salê wê ji aliyê NÇM'ê ve cara 3'emîn bê lidarxisitn li Stenbolê di 25'ê Cotmehê de dest pê dike. Ji hunermendên NÇM'ê Nurcan Degirmencî ji bo mîhrîcanê bang kir û wiha got: "Ger ku gelê me li mîhrîcanê xwe dî derkeve û salonan tijî bike wê demê ji bo me wê mîhrîcan bigihîje armanca xwe."   Mîhrîcana Rojên Çand û Hunera Kurd ku vê salê wê ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamayayê (NÇM) ve cara 3'emîn bê lidarxisitn roja çarşemê li Stenbolê dest pê dike. Mîhrîcan wê bi pêşangeha wêneyan a ku ji aliyê girtiyê bi navê Murat Satilmiş ve hatiye amadekirin saet di 13.30'an de dest pê bike.  Vekirina mîhrîcanê ku wê li Beyogluyê li Salona Cezayîrê ya Civînê bê kirin dîsa wê li heman salonê li ser pirsgirêkên ku hunermendên kurd piştî OHAL'ê jiyan û li ser girtina navendên çandê jî wê saet di 14.00'an de panel bê lidarixstin.   Di çarçoveya van çalakiyên mîhrîcanê de wê di heman rojê de saet di 20.30'an de  li Navenda Çandê ya Şîşliyê ku bi pêşkêşkirina "Stranên kurdî yên wergerî tirkî hatine kirin" di rojevê de ye wê ji aliyê NÇM'ê ve bernameya Şahiya Sitranan bê lidarxisitn.   'Mîhrîcan wê 5 rojan berdewam bike'   Hunermenda NÇM'ê Nurcan Deyîrmencî ya derbarê mîhrîcanê de agahî da diyar kir ku wê mîhrîcan di navbera 25-29'ê mehê de berdewam bike û wiha got: "Em difikirin ku gelo em ê bikaribin her sal vê mîhrîcanê li dar bixin. Em ê vê salê mîhrîcanê 5 rojan bidin berdewamkirin. Ji ber OHAL'ê roj û dîroka çalakiyên me hatin guhertin. Wê di nava 5 rojan de pêşangeh, şano û panel bên pêşkêşkirin."   'Hevdîtina nû û kevin'   Nurcan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Me sala borî gotibû hevdîtin. Vê salê wê hevdîtina Serhat Kural a ji Sîneyê  û  hevalên me yên ku ji Amedê bên jî hene û wê danesîna album û lîstikên nû jî bê kirin. Vê salê heta ku ji destê me hat me xwest ku em cih bidin hevalên xwe yên nû. Wê ev mîhrîcan hevdîtina nû û kevn be."   ' Em ê bi hunerê hêzê bidin gel'   Nurcan diyar kir ku ew di demeke zahmet re derbas dibin û wiha got: " Em dikarin bibêjin ku em di serdeke pêşiya xwe nabînin re derbas dibin. Ev serdem ji bo hunerê gelek xeter e. Lê em wekî NÇM dibêjin ku divê di van serdeman de xebatên hunerî zêdetir bên kirin ji ber ku huner hêzê dide gel."   Nurcan Herî dawî ji bo mîhrîcanê bang kir û wiha got: "Divê ku gelê me li mîhrîcanê xwe dî derkeve û ger ku salon tijî bibin wê mîhrîcan bigihîje aramanca xwe."