'Têkoşer Bêrîtan roniya rêya azadiyê ye' 2017-10-24 09:14:18 Orîvan Mustefa EFRÎN - Bi boneya 25'emîn salvegera çalakiya Tekoşer Bêrîtan, Rêveberên Kongra Star Roşîn Îbo û Hêvîn Tarî  Bêrîtan û hemû cangoriyên  Azadiyê bi rêzadarî bi bîr anîn û soza şopandina rêya ku bi berxwedana xwe ronî kirine dan.   Rêvebera Kongreya Star Roşîn Îbo û Hêvîn Tarî Têkoşer Berîtan di 25'emîn salvegera çalakiya wê de ew bi bîr anîn. Roşîn Îbo bal kişand ser berxwedana Bertîtanê û wiha got: "Di serî de ez rêheval  Bêrîtan bi bîr tînim û berxwedana  Bêrîtan, ji bo têkoşîna jina kurd gaveke dîrokî bû. Berîtan bi çalakiya xwe felsefeya jina azad li hemberî îxanetê û xayinan pêk anî û bi berpirsyariyeke mezin şerê rûmet û berxwedanê da. Îro şerê ku têkoşerên azadiyê li her çar parçeyên Kurdistanê dimeşînin çavkaniya xwe bêguman ji berxwedanî û hêza berxwedêr Bêrîtanê girtine."   'Îradeya xurt dikare her tiştî bi serbixe'    Roşîn Îbo hêz û vîna Berîtanê bi bîr xist û wiha got: Dijmin her tim dixwaze hêza jinê bipirçiqîne, lê Berîtanê bi berxwedana xwe vîna jina azad isbat kir. Jin bi berxwedaniya rêhevala Bêrîtan hişyar bûn, em tu caran tekoşer Bêrîtan ji bîr nakin."   Roşîn anî ziman ku tekoşer Berîtan bi berxwedana xwe rêya azadiyê ji hemû jinên cîhanê re ronî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şehîd Bêrîtan wê her dem mînaka jina berxwedêr û azad be. Em ê hertim li ser riya rêheval Bêrîtan bimeşin."   'Bêrîtan bi çalakiya xwe bû ronahiya azadiyê'   Rêvebera Kongreya Star a navendê Hêvîn Tarî jî destnîşan kir ku bi berxwedana tekoşer Bêrîtan êdî jinan xwe û vîna xwe naskir û baweriya jin bi wan zêde bû. Hêvîn di berdewamiya axafitina xwe de wiha got: " Bêrîtan li hemberî îxaneta PDK'ê xwe teslîm nekir û xeta azadiyê ji xwe  re pejrand. Piştî şehadeta rêhevala Bêrîtan êdî jin hişyar bûn û bi vîna wê li ber xwe didin."   'Berîtan îradeya ku nayê şikandin bû'   Hêvîn di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku jin îro li hemû warên jiyanê li ser felsefeya berxwedana Bêrîtan mezin dibin û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Jinên ku bi felsefeya Berîtanê mezin bûn îr li Rojhilata Navîn di hemû sazî û waran de li  rola sereke dîlîzin. Jin karê xweser û karê hevbeş ji bo honandina pêşeroja azad ya civakan dikin."   Hêvîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew berxwedîra hêja Berîtanê bi rêzdarî bi bîr tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Em wekî şopdarên Berîtanê soz din ku em ê berxwedana wê ji cihê mayî berdewam bikin."