Li Kadikoyê 16 kesên ku hatin binçavkirin hatin berdan 2017-10-23 15:54:12   STENBOL - Li Kadikoyê 16 kesên ku duh di çalakiya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatin binçavkirin, li miduriyeta polîsan serbest hatin berdan.    Platforma Rêxistinên Demokratîk ên Stenbolê, di 22’ê Cotmehê de li Qada Khalkedon a Kadikoyê, bi armaca balê bikişînin ser qedexeyên hevdîtinê yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, xwestibûn daxuyê bidin çapemeneyê. Polîsan duh beriya daxuyaniyê mudaxaleyî girseyê kiribû û Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr jî di navde 16 kes binçav kirin. 16 kesên ku hatibûn binçavkirin bi fermandariya dozgeriyê li miduriyeta polîsan serbest hatin berhdan.