Ji siyasetmedarên jin ji bo Abdullah Ocalan banga hestiyariyê 2017-10-23 14:19:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Hêjmar 1 a Tîpa F a Kandirayê, têkildarî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Wezîrê Dadê re name şandin û Ji gel û saziyên civaka sîvîl re banga hestiyariyê kirin.    Siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Hêjar 1 a Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê, têkildarî îdîayên derbarê jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di medyaya civakî de hatin serwîskirin, ji Wezîrê Dadê re name şandin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratî (DBP) Sebahat Tuncel, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun, Parlamenterên HDP’ê Çaglar Demîrel, Selma Irmak, Gulser Yildirim û Alîkara Hevseroka HDP’ê Aysel Tugluk têlikdarî mijarê name ji Wezîrê Dadê re şandin.      Nameya siyasetmedarên jin wiha ye:     “Birêz Abdullah Ocalan li dijî hiqûqa neteweyî û nevneteweyî 18 salin di bin tecrîteke girankirî de tê girtin. Herî dawî têkildarî tenduristî û ewlehiya wî hin agahî bi raya giştî re hatin parvekirin. Van agahiyan di serî de malbata wî, gelê Kurdistanê, derdorên demokratîk û azadîxwaz kirin nava fikaran. Birêz Abdullah Ocalan, bi pêşniyarên xwe yên Xweseriya Demokratîk, Komara Demokratîk û Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk, ji bo azadî û wekheviya gelên Rojhilata Navîn ked û hewldanek mezin da. Bi diyalogên di salên 2013 û 2015’an de yên bi Tirkiyeyê re kirîn, ne tenê ji bo gelê kurd, ji hemû gelên Tirkiyeyê dijîn re xwest  ku azadî û demokrasî pêş bike. Civak li bendê bû ku bi van diyalogan re aştî pêk bê. Lê desthilatdariya AKP’ê di Mutebeqeta Dolmabahçe yê de, ev pêvajo bi dawî anî û tecrîta girankirî ya li ser Birêz Ocalan veguherand ‘Tecrîta heta heta yê’ û bi OHAL’ê re pêvajoya faşîzane da destpêkirin.        'Divê demildest bikevin tevgerê'   Azadî, tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan, bi azadî, tenduristî û ewlehiya gelên Tirkiyeyê dijîn ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê dixwazin bi pêkanîna tecrîta girankirî ya li ser Abdullah  Ocalan, pêvajoyek kaosê bidin destpêkirin.    Hemû pêşketin li Îmraliyê bên jiyîn, di serî de gelê kurd, hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn eleqedar dike. Daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya têkildarî tenduristî û ewlehiya Birêz Abdullah Ocalan nebû bersiv ji fikarên raya giştî re. Hikûmeta Tirkiyeyê, CPT’î, saziyên neteweyî û navneteweyî ji tenduristî, ewlehî û azadiya Birêz Ocalan berpirsin. Divê dimildest dawî li pergla îşkenceya Îmraliyê bê anîn. Divê destûrê bidin hevdîtina malbat, parêzer û heyetên siyasî yên bi Ocalan re. Ji bo ku gumanên raya giştî ji holê rabin. Divê hikûmet û CPT’î  bi lezgînî xwedî li erka xwe derbikevin. Em bang li raya giştî, hêzên demokratîk û saziyên civakî yên sîvîl dikin ku bi hestiyarî tevbigerin.”