Li Almanya çalakiyên ji bo Abdullah Ocalan didomin 2017-10-23 11:42:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Mannheim ê Almanyayê ji bo balkişandina li ser tendirustiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civîna gel hat lidarxistin.   Li bajarê Mannheim ê Almanyayê di pêşengiya Navenda Civaka Kurd de ji bo balkişandina li ser tendirustiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civîna gel hat lidarxistin. Nûnerên Navenda Çandê ya Ronahî Berîvan ji bo axaftinê tevlî civînê bûn Fikarên xwe yên derbarê tendirustiya Abdullah Ocalan de anîn ziman û diyar kirin ku divê gelê kurd û dostên Abdullah Ocalan xwedî li wî derkevîn.   Di civînê de paradîgmaya Abdullah Ocalan hat vegotin, hebûna bi temamî azadî û demokrasiyê raste rast di nav paradîgmaya de ye hat gotin.   Civîn bi banga tevlibûnê ya ji bo çalakiyên ku wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bên çekirin bi dawî bû.