'Em şahid in hevalên me rojnameger in û em li gel wan in' 2017-10-23 11:35:15   STENBOL - Jinên rojnameger, diyarkirin ku ew li gel hempîşeyên xwe ne û ev tişt gotin: "Em şahidên rojnamegeriya wan nin. Em natirsin, bedela vê çi dibe bila bibe em ê ji gel re rastiyan ragihînin."   Di hefteya dawîn de nûçegîhan û edîtorên ajansa me jî di nav de 7 rojnameger hatin binçavkirin. Di serî de li dijî xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkînê operasyon hat kirin û piştî wê bi rojekê jî berê xwe dan xebatkarên ajansa me û xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê.  Di serdegirtina malan a xebtkarên ETHA'yê de  Havva Cuştan û Îsmînaz Temel hatin binçavkirin. Piştî wê bi rojekê jî li Enqerê edîtora ajansa me Sîbel Yukler, nûçegîhanên me  Duygu Erol û Habîbe Eren û nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever, Selman Guzelyuz hatin binçavkirin. Sîbel Yukler,Selman Gulyuz û Dîren Yurtever roja borî piştî îfadeya wan a emniyetê  hatin berdan û nûçegîhanên me Habîbe Eren û Duygu Erol jî wê îro derxînin dozgeriyê. Jinên rojnameger ên ku derbarê rojnamegerên ku hatin binçavkirin û sedema binçavkirina wan ne diyar e de axivîn xwestin ku hempîşeyên wan demildest serbest bên berdan.   'Dixwestin ku şerê qirêj ji raya  giştî veşêrin'   Edîtora ETHA'yê Derya Oktan, diyar kir ku di serdema OHAL'ê de li dijî çapemeniyê êrîşên dijwar hatin kirin û ev tişt got: "Di pêvajoya şer de gelek sîte hatin astengkirin û piştî wê şer hat destpêkirin. Helbet wateyeke vê hebû. Ji vê helwestê armanç ew bû ku şerê qirêj ji raya gişt veşêrin."   'Ji bo sine wê rastî bimînin, derew namînin'   Derya bi bîr xist ku ji 170'yî zêdetir rojnamegerên girtî hene û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Ji bo ku sûcê xwe veşêrîn êrîşî rojnamegerên ku rastiyan vedibêjin dikin.  Lê ev ji bo îro ne mumkun e. Êdî medyaya civakî heye, ger ew nebe jî wê ji bo sibe rastî bimînin. Nikarin demdirêj derewên xwe berdewam bikin."   'Dixwazin jinên rojnameger bitirsînin'   Derya bal kişand ser îşkenceya psîkolojîk û fîzkî ya di bin çavan de jî û wiha got: "Êrîşa li dijî rojnamegerên muxalîf û nasnameya wan me di dema ku kertên çapemeniyê yên hevalên me şewitandin de dît û ya li dijî rojnamegerên jin jî me di tehdît û di çêrên zayendperest ku li hevalên me hatin kirin de dît."   Derya herî dawî got ku li dijî van hemû êrîşan pêdivî bi berxwedanê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em vê jî dikarin bi sekna li gel hev pêk bînin. Em dixwazin ku hevalên me yên dibin çavan de demildest serbest bên berdan û di heman demê de dixwazin ku hevalên me yên girtî jî bên berdan."   'Daxuyakirina sûcdarkirinê mirov dixe nava fikaran'   Nûçegîhana Bîanetê  Beyza Kural jî wiha axivî: "Sûcdariyên derbarê hevalên me de nehatin aşkerakirin, derbarê lêpirsînê de dayîna biryara veşaritinê mirov dixe nava fikaran. Em şahidê rojnamegeriya hevalên xwe yên ku me bi hev re nûçe dişopandin e. Binçavkirina wan û di bin çavan de tacîzkirina wan nayê qebûlkirin. Em dixwazin ku hevalên me demildest serbest bên berdan."    'Hevalên me yên ku dixwestin bibin dengê jinan bûn'   Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Sadiye Eser jî  diyar kir ku sedema binçavkirina rojnamegeran ji ber daxwaza veşartina rastiyan e û ev wiha got:"Ji 7 hevalên me yên ku hatine binçavkirin 6'ên wan jin in û van hevalên me nûçeyên jinan xweş dişopandin û dixwestin ku bibin dengê jinan. Li hemberê vê tabloyê em wiha difikriin; dixwazin ku nûçeyên derbarê jinan de tên çêkirin asteng bikin. Li ser dosyaya hevalên me biryara veşartinê heye. Em dixwazin ku sedema binçavkirina hevalên me bê aşkerakirin. Lê em dizanin ku hevlên me ji ber rojnamegeriya xwe hatine binçavkirin."   Sadiye anî ziman ku ew dixwazin hempîşeyên wan demildest serbest bên berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin ku li qadê hevalên xwe li cem xwe bibînin û dixwazin ku dîsa nûçeyên wan bixwînin."   'Diwazin gel ji rastiyan bêpar bihêlin'   Nûçegîhana Evrenselê Eylem Nazar jî diyar kir ku ew dizanin li dijî çapemeniyê êrîşek heye û wiha pêl da axafitna xwe: "Diserî de em ji binçavkirina xebatkarên ETHA'yê haydar bûn, piştî demeke kurt me bihîst ku li Enqereyê jî xebatkarên JIN NEWS û yên Ajansa Mezepotamyayê hatin binçavkirin. Îktîdar ji rastiyan ditirse û dixwaze ku rastiyên ji gel re tên ragihandin asteng bike."   'Em ê ragihandina rastiyan a ji gel re bidomînin'   Eylem herî dawî wiha got: "Em bi îktîdareke ku dixwaze dengê jinan qut bike û wan li malê heps bike re rûbirû ne. Em ê li dijî vê tundiyê karê xwe berdewam bikin û pîşeyê xwe biparêzin.  Em rojnamegerên jin li gel hevalên xwe ne û şahidê rojnamegeriya wan in. Em natirsin û emê ragihyandina rastiyan a ji gel re berdewam bikin."