Jinên Birîndar Rizgarkirina Reqayê Pîroz Dikin! 2017-10-22 14:41:41   KOBANÊ - Jinên birîndar ên Reqayî bi rizgarkirina bajarên xwe kêfxweş in û hêviyên xwe di çavên xwe de vedişêrin.   Jinên Reqayî ku di encama êrîşên DAÎŞ'ê de li Reqayê birîndar bûn, ji bo rizgarkirina bajarê xwe kêfxweşiya xwe anîn ziman û daxwaza vegera axa xwe kirin. Jinên ku di rizgarkirina Reqayê de birîndar bûn niha li nexweşxaneya Kobanê  tên derman kirin û li gor agahiyên  bijîşkan rewşa wan ya tendirustiyê ber bi başiyê ve diçe.   Jinên birîndar nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.   Azadiya Reqayê pêngaveke dîrokî ye   Jina bi navê Hind Elî ji pişta xwe ve birîndar bûbû. Hindiyê hestên xwe yên derbarê rizgarkirina Reqayê wiha anî ziman: "Ez berê li Helebê bûm, lê ji bo rewşa malbatî em çûn Reqayê. Li Reqayê ji ber rewşa şer em asê mabûn û em nikaribûn derketan. Dema ku şer dest pê kir ez ji pişta xwe ve birîndar bûm. Ez ji bo rizgarkirina bajarê xwe spasiya hêzên QSD`ê dikim."   Em êdî dixwazin jiyaneke bê zilm bijîn    Her wiha Dîma Telal  Cewher ji ber şer li pêşiya dibistana Miawin birîndar bûbû û tiliyek  lingê wê qût bûbûn. Dîmayê derbarê rizgarkirina Reqayê de hestên xwe wiha anî ziman:"Sed şukur ji xwedê re ku em ji çeteyên DAÎŞ`ê xilas bûn. Em êdî dixwazin jiyaneke bê zilm bijîn. Di vî şerî de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û malbatên xwe  winda kirin. Hinek zarok  jî sêwî  man. Em sersaxiya hemû malbatên ku brîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane dixwazin. Ez spasiya hemû kesên ku bi wan re bûne alîkar dikim. Ji ber ku wan Reqa rizgar kirin."    Şer xilas bû, lê birînên ku şer vekirine, wê heta kengî bên pêçandin ne diyar e.