Dayikên Şirnexê: Em jiyanek bê rêbertiyê qebûl nakin 2017-10-22 09:10:06 ŞIRNEX-Dayikên Şirnexê diyar kirin ku divê demildet tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha gotin: “Em jiyanek bê rêbertiyê tu caran qebûl nakin. Bila tu kes gelê Kurd bi vê neceribîne.  Divê hîna ku dereng nemaye hikûmet derfeta hevdîtinê pêk bîne.” Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî tên redkirin. Ligel vê di demên dawî de agahiyên ku ewlehiya Abdullah Ocalan di xetereyê de di medyaya civakî de balev bûn. Li ser vê serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxuyanî da û got rastiya van nûçeyan tune ye. Li ser vê gelê kurd û dostên wan li Kurdistan û Ewropayê çalakî pêk anîn.   Dayikên Şirnexê jî dan zanîn ku heta bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neyên wê li qadan bin û gotin li hemberî daxwaza aştiyê her tim bi zext û girtinan bersiv tê dayîn.   ‘Rêbertî azad nebe em azad nabin’   Ferîde Malgazê destnîşan kir ku ji bo koas bi dawî bibe divê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêk bê û rêya azadiya wî vebibe.  Ferîdeyê wiha berdewam kir: “Heta Abdullah Ocalan azad nebe kes nikare xeyala jiyanek azad bike. Demek dirêje bi agahiyên belav dibin sebra gelê kurd diceribînin. Bila kes sebra gelê kurd neceribîne.  Rêbertî xeta me ya sor e. Bila rêbertiya me berdin.  Ew rêberê Kurdistan û gelê kurde. Em tenê dixwazin ew azad be.”   ‘Şirnex, Cizîr, Sîlopî li ser piyane’   Ferîdeyê di berdewamiyê de da zanîn ku tevî zextên tên jiyîn ew li ser piyan e û wiha pê de çû: “Çi dixwazin bila bikin. Em her tim li ser piyan e. Ne Şirnex, ne Cizîr û ne jî Sîlopî tu car neket. Em li virin û em ê hîn baştir bin.Li dijî tecrîdê jî çi ji destê me bê em ê bikin.”   Jina bi navê Hayat Ucayê jî got divê demildest xeta sor ya gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser hemû gelê kurd tê kirin. Li dijî polîtîkayên zextê em tu car serî natewînin.”   ‘Hîna ku dereng nemane…’   Hayatê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku aştî ancax bi rakirina tecrîdê û pêkanîna şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan dikare bê û wiha got: “Kaos ji ber tecrîdê pêk tê.  Aştî jî ancax bi rakirina tecrîdê pêkane. Ji ber vê bila daxwazên gel li ber çavan bigirin. Mirov ji aştiyê wêdetir tiştekî naxwazin. Hîna ku dereng nemane bila hevdîtin pêk bê.”