ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-22 09:00:34 *Dayikên Şirnexê diyar kirin ku divê demildet tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha gotin: “Em jiyanek bê rêbertiyê tu caran qebûl nakin. Bila tu kes gelê Kurd bi vê neceribîne.  Divê hîna ku dereng nemaye hikûmet derfeta hevdîtinê pêk bîne.” DÎMEN HEYE *Piştî pêşnûmeya ku rayeya birîna mehrê dida meleyan bû qanûn şûnde Wezîrê Dadê Abdullhamît Gul diyar kir ku kesên dixwazin hevjîn berdin, beriya biçin dadgehê ji bo biçin navbeynkar xebatekê dimeşînin.  Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu bertek nîşanî vê daxuyaniya wezîr da û ev tişt got: “Tevî biryara tedbîrê jin tên qetilkirin. Ev wê bibe sedema şîdeta li ser jinê. Ev pêkanînek bi xetere.    *Dîlek Akar ya ji kevirên ji ber perava golê kom dike hilberîna hunerî diafrîne, hem aboriya xwe ava dike û hem jî hêza hilberîner ya afrîner a jinê nîşanî her kesî dide. DÎMEN HEYE   *Gulîzar Zorlu ya 66 salî ku li Bozcaadayê dijî, bi masîvaniyê debara malbata xwe dike.  Dayika Gullu ji bo amadekariya zivistanê jî zeytûnan dişkîne û dixwaze çandiniya li Bozcaadayê pêş bikeve.   *Yek ji welatên ku kurtaj di asta sînorkirî de qanûniye, Kenya ye û li wir jin ji ber kurtaja bê ewle jiyana xwe ji dest didin.  Jin diyar dikin ku divê hikûmeta Kenyayê mafên tenduristiyê ya jinan biparêze û wan bi sînor neke.   *Jina bi navê Kurdistan Şemyo ji bo aboriya xwe li ser piya bihêle bi kedeke giranbiha li dikanê dixebite.   *Li Sûka Navendî ya Bajarê Qamişloyê ku li wir  jin di gelek karan de cihê xwe digirin, derbarê keda jinê de nirxandinên girîng hatin kirin. DÎMEN HEYE