Encamnameya Yekemîn a Konferansa Koperatîfên Bakurê Sûriyeyê 2017-10-21 17:52:35   DÊRIK- Yekemîn konferansa kooparatîfên Bakûrê Sûriyeyê bi dirûşma " Di federaliya Bakûrê Sûriyeyê de kooparatîf dê bibe bingeha civakbûna mirovan" di roja xwe ya duyemîn de bi biryarên giring bi dawî bû.   Yekemîn konferansa kooperatîfan ku li bajarê Dêrikê girêdayî kantona Qamişlo herêma Cizîrê pêk hat, bi tevlîbûna endamên koperatîfan ên Cizîrê, Kobanê, Efrînê, Minbicê, Tebqayê, Reqayê her wiha endamên saziyên girêdayî Aborî bi dawî bû. Konferans dû rojan berdewam kir, ji kanton û saziyan roja yekemîn 370 kes wek mêvan, roja dûyemîn 200 kes wek delege tevlî bûn. Di destpêkê de nirxandin  ji pêvajoya siyasî dest pê kir. Her wiha perspeketîfên Rêber Apo yên Aborî, Polîtîqaya Aborî, rapora kat û xebatên aboriya giştî û ya xweser hat xwendin. Di heman demê de li ser kar û xebatên istatîstîkên pêşveçûna kar bi rengê silayt hate dayîn û sinevîzyona kar hate pêşkêşkirin. Her wiha ji Bakûrê Kurdistanê, îngîltere, Birazîl, katalonya û girava gîrît' ê peyam hatin xwendin û peyam di nava endaman de bi coş û moral hate pêşwazîkirin. Niqaşê giştî li ser rêxistinbûn û çalakbûnê pêş ketin, her wiha li gor şerd û mercên demê avakirina aboriyê hat nîqaşkirin. Bi giştî niqaşan hêz û hêvî dan gel.   Wek encam her çiqas cara yekemîn konferansek kooparatîfan hat li darxistin jî konferansek serkeftî û encam girtî bû .Nîqaşên çêbûn pêwîst bû hîn kûrtir ban û biryarên derketine jî hîn stratejik ban, li gel van kêmasîyan jî konferans gîhişte armanca xwe. Ji vê demê şûn de ya girîng pêk anîna feraset û biryarên konferansê ne. Li ser vî esasî em konferansa koperatîfên Bakûrê Sûriyeyê li hemû hevalan pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.    Biryarên sereke yên konferansan :   1- Di ragihandinê de hefteyê carekê bernameyên li ser kooparatîfan bên çêkirin 2- Dê Rêveberên Koperatîfan di perwerdeyên pisporî û akademîk re derbas bibin 3- Dê endamên mala koperatîfan di perwerdeyên akademîk re derbas bibin 4-Hêjmara endamên kooparatîfên hevgirtin bê kêmkirin 5- Dê koperatîfên mirîşka bi rengekî xwezayî bên xwedîkirin û li gorî wê bên  rêxisitinkirin 6- Koperatîfên sewaldarî dê ji gundan bên rêxistinkirin û endam dê bi giştî ji gûndan bin 7- Koperatîfên dermanan dê bên rêxistinkirin 8- Koperatîfên bîoplastîk dê bên rêxistinkirin 9- Berhemên ji koperatîfan derdikevin bi rêya hevgirtin dê bên girtin û firotin   10- Sîstema koperatîfan dê wek federasyon bên rêxistinkirin 11- Her kooparatîfê dê bibe xwedî rêzîknameyên xwe yên xweser ( ev  rêzîknameyên xweser bên avakîrin gorî rêzîknameya giştî be ) 12- Ji bo koperatîfên jenerator ji aliyê şaredariyê ve kirê neyê girtin 13- Koperatîfên hene bi giştî gorî rêzîknameyê be rçavan re bêne derbaskirin 14- Rêzîknameya kooparatîfan  dê ji nû ve bê nivîsandin 15-Ji bo pirojeyan û perwedeyên koperatîfa wê kooperatîfên Arge werin rêxstin kirin 16- Divê sûkên koperatîfan li tevahî bajaran werin çêkirin.