Li Serêkaniyê Zîlan Osman û hevalên wê hatin bibîranîn 2017-10-21 13:23:56   SERÊKANIYÊ - Bi sedan şêniyên Bajarê Serêkaniyê  herikîn ber konê berxwedêrên azadiyê û êşa xwe bi malbatên berxwedêran re parve kirin..   Bi sedan şêneyên bajarê Serêkaniyê konê sersaxiyê yên berxwedêrên azadiyê  Zîlan Osman Casim Elalî, Ebrahîm Elalî ,Zobe Elahmed ziyaret kirin. Di bin konê sersaxiyêde jî 31 berxwedêrên azadiyê    yên Serêkaniyê ku di dîrok û  cihên cuda de jiyana xwe ji destdabûn hatin bibîranîn. Konê Sersaxiyê bi wêneyên Rêberê PKK ê Abdulah Ocalan û wêneyên 37 berxwedêrên azadiyê  hat xemilandin .Gelên Serêkaniyê bi deqeyeke rêzgirtin dest bi ziyaretkirina Konê Sersaxiyê kir.   Li ser navê yekineyên parastina gel YPJ/YPG ê Zîlan Amed wiha  axivî: "Em di destpêkê de  37 berxwedêrên azadiyê   bi bîr tînin û em bejna xwe li hemberî wan ditewînin û em soz didin ku em ê   xwîna şehîdan li erdê nehêlin û şehid namirin."   Bi navê Kongreya Star Fediya Îbrahîm jî axivî  û wiha got:"Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Ev şehîdên ku bi xwîna xwe axa welat avdan, em soz didin wan ku em ê li ser xeta wan bin. "   Sersaxiya malbatan bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.