‘Divê mirinên bi guman yên jinan bên lêkolînkirin’ 2017-10-21 09:32:18   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Li Edeneyê di mehekê de cesedê du jinan di Qenala Avdanê ya Îdareya Karê Avê ya Dewletê de hat dîtin. Parêzer Sevîl Araci der barê mirinên bi guman ên jinan de axivî û got: “Jin întîxar bike jî sedemên ku wan dibin întîxarê hene.  Mijareke din ya pirtir em pê re tên rû hev heye. ‘Ji şaneşînê de ket’, ‘erebeyê lêxist’, ‘xwe avêt qenalê, întîxar kir’. Ji ber vê divê ev bûyer bên lêkolînkirin.”   Li Tirkiyeyê di demên dawî de qetikirina jinan her diçe zêde dibe. Li Edeneyê di mehekê de cesedê du jinan di Qenala Avdanê ya Îdareya Karê Avê ya Dewletê de hat dîtin. Parêzer Sevîl Araci diyar kir ku dîtina jinan ên jiyana xwe ji dest dane bi guman in.   Sevîlê da zanîn ku bi OHAL’ê re kuştinên jinan jî zêde bûne û wiha got: “Sedema zêdebûna mirinên jinan, derxistina qanûnan û bêceza hiştina kujeran e. Jinên şîdetê dibînin tevlî ku di bin parastinê de tên kuştin. Jinên di stargehan de ne ji aliyê xizmên xwe ve tê kuştin. Ev jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê jin nayên parastin. Her wiha kujer bê ceza tên hiştin an jî cezayê wan tê daxistin.”   ‘Jin di vê demê de zêde tên qetilkirin’   Sevîlê di berdewamiyê de bi lêv kir ku sedemeke din a kuştinên jinan sererastkirinên nû yên qanûnîne û bi vê re jî girtina stargehan e. Sevîlê di berdewamiyê de wiha got: “Li Edeneyê cenazeyê du jinan hat dîtin.  Di çapemeniyê de hat gotin ku ‘întîxar e’. Ez vê bi ‘xof’ dinirxînim.  Jin întîxar jî bike sedemên wê yên întîxarê hene.  Dibêjin întîxar û di esasê de ev encama qetilkirina jinê derdixe holê. Divê ev mijar bê lêkolînkirin. Jin di vê demê de zêde tên qetilkirin. Mijareke din ya pirtir em pê re tên rû hev heye. ‘Ji şaneşînê de ket’, ‘erebeyê lêxist’, ‘xwe avêt qenalê, întîxar kir’. Ji ber vê divê ev bûyer bên lêkolînkirin”