Tecrîda fikrî şermeke dîrokî ye 2017-10-21 09:09:33   Orîvan Mustefa   EFRÎN - Gelê Kantona Efrînê bi gotinên:"Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan  ji bo Gelê Kurd xeta sor e. Tu kes nikare li hemberî hêrsa Gelê Kurd bisekine" banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan kir.   Ev nêzî sê sal in  ku dewleta Tirk nahêle parêzer biçin Îmraliyê û zêdeyî salekê ye jî  destûrê nadin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.   Di van demên dawî de li ser ewlekarî û tendirustiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rêya medyayê hin nûçeyên bi xeter hatin weşandin. Ji bo vê yekê jî  gel li serarenserî cîhanê nerazîbûnên xwe bi çalakiyan nîşan dan.   Di vê çerçoveyê de Koordînasyona Kongra STAR Newroz Haşim destnîşan kir ku dewleta Tirk bi siyaseta xwe dixwaze vîna gelê Kurd di şexsê Ocalan de bişkîne û wiha axivî:"Êdî sebra gel nemaye. Ger dewletên navneteweyî dixwazin em çalakiyên xwe bisekinînin divê rewşa Rêber Apo  zelal bikin."   Newroz Haşim nîşan kir ku bêdengiya hemû dewletên heyî tê weteya ku ew jî di nav vê qomployê de ne û wiha dewam kir:" Rêber Apo ji bo Gelê Kurd xeta sor e, tu kes nikare li hemberî hêrsa Gelê Kurd bisekine."   Tecrîda herî giran li cîhanê li ser Rêber Apo tê meşandin   Newroz bal kişand ser tecrîda giran û wiha got:" Tecrîda herî giran yekem car di cîhanê de li ser Ocalan tê meşandin. Ev şermeke dîrokî ye ku di sedsala 21'an de mirovek ji bo fikir û ramanê xwe bikeve zîndanê."   Newroz Haşim di dawiya axaftina xwe  de banga hemû dewletên aştîxwaz kir ku piştgiriyê bidin Gelê Kurd û rewşa tendirustiya Ocalan eşkere bikin."   Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina mirovahiyê ye!   Her wiha  Rêveberiya Têkiliyên Diplomasî ya Kongra STAR Fatmê Lekto bi lêv kir ku hemû Gelê ji ber ku tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina mirovahiyê ye! Kurd ji bo zelalkirina rewşa tendirustiya Ocalan wê 24 seatan li ser piyan bin. "   Fatmê Lekto Rêxistina CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê rexne kir û wiha dewam kir:"Divê Rêxistina CPT ji bo agahî ji Ocalan bê girtin bibe alîkar.Em banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan dikin."