'Dê têkoşîn û berxwedana Reqayê di rûpelên dîrokê de werin nivîsandin' 2017-10-21 09:03:17   Sorgul Şêxo   REQA - Şervanên YPJ'ê ku di berxwedan û têkoşîna Reqayê de cihê xwe girtibûn diyar kirin ku îro ew rojên dîrokî dijîn û berxwedana şervanên YPJ'ê û QSD'ê dê di rûpelên dîrokî de werin nivîsandin.   Piştî berxwedaneke bê hempa Reqa bi temamî hat rizgarkirin, êdî tarîtiya DAÎŞ'ê bi dawî bû, mirin veguherî jiyaneke rengîn. Şervanên YPJ/YPG'ê û hêzên QSD'ê xewn û xeyalên  DAÎŞ'ê bi dawî kirin.  Hêviyên jinan ji nû ve zindî kirin. Şervanên YPJ'ê ku cihê xwe di berxwedana Reqayê de girtibûn nêrînên xwe bi Ajansa me ya JIN NEWS'ê re parve kirin   Rojbîn Dêrazor ku bi xwe ji Dêrazorê ye û cihê xwe di pêngava dîrokî ya rizgarkirina Reqayê de girtiye hestên xwe wiha anî ziman:"Îro kêfxweşiya me û hemû şervanan, gotin têrê nake ku were ziman. Ji ber ku me bi bedelên giranbûha Reqay ji destên DAÎŞ'ê rizgar kir. DAÎŞ'ê zû bi zû cihê xwe bernedida, lê îrade û hêza me xurtir bû û me armanc û soza xwe pêk anîn. Ez di wê baweriyê de me ku çawa Reqa hat rizgarkirin, ew ê Dêrazorê jî were rizgarkirin."   Xewna min a azadiyê pêk hat   Zîlan Kerama jî ku beriya 7'heyvan ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatibû rizgarkirin niha cihê xwe di rizgarkirina Reqayê de digire hestên xwe wiha anî ziman:"Yek ji xwenên min bû ku em Reqayê azad bikin û çarxereya Neîm azadbikin. Niha jî ev xewna min a azadiyê bi saya şervanên berxwedêr pêk hat. Em vê rizgarkirina Reqayê diyarî hemû gelên Reqayê dikin."   Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin   Hewr û Zenûbî endama Hêzên jin ê Suryanî (Beyt Nehrên)  ku wê jî cihê xwe di pêngava rizgarkirina Reqayê de girtibû hestên xwe yên derbarê rizgarkirina Reqayê de wiha anî ziman:"Hovîtiya DAÎŞ'ê ya ku li Reqayê pêk dianî îro bi dawî bû . Bi saya şervanên têkoşer êdî Reqayê azad be. Em ê têkoşîna xwe ya di vî warî de berdewam bikin."   Em bêhtir bi hêz bûn   Zîlan Dîlber ku ji destpêka hemleya rizgarkirina Reqayê de cih girtibû jî kêfxweşiya xwe wiha tîne ser ziman:"Her çiqas em  rastî zehmetiyan hatin jî, me dev ji têkoşîna xwe berneda û me moralê xwe nexistin. Em  bêhtir bi hêz bûn, îro jî encamên vê berxwedanê rizgarkirina Reqqayê pêk hat. Îro jin bi hewldanek giranbiha azad bûn. Rizgarkirina Reqayê li hemû jinên cîhanê bi taybetî jî li jinên Reqayê pîroz be."