ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-21 09:00:14   *Şervanên YPJ'ê ku di berxwedan û têkoşîna Reqayê de cihê xwe girtibûn diyar kirin ku îro ew rojên dîrokî dijîn û berxwedana şervanên YPJ'ê û QSD'ê dê di rûpelên dîrokî de werin nivîsandin. BI DÎMEN   *Di salên 90'î de li Kurdîstanê bi hezaran ciwan û zarokên kurd hatin qetilkirin û wendakirin. Her çiqas ku salên zêde di  ser van bûyeran re derbas bibin jî bendewariya  malbatan û lêgerîna li hestîyan berdewam dike. Li Geverê malbata Nezîr Tekçî anî ziman ku piştî Nezîr hat windakirin edeleta dewletê jî wenda bû. BI DÎMEN   *Bi hatina demsala payîzê re karkeran dest bi komkirina silkan kirin. Karkerên ku di bin şert û mercên herî mezin de dixebitin li hemberî keda wan tenê şekir tê dayîn. Karkeran diyar kirin ku keda wan tune tê hesibandin û gotin ku ji ber keda wan tê binpêkirin xweseriya aborî tune ye. BI DÎMEN   *Gelê Kantona Efrînê bi gotinên:"Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan  ji bo Gelê Kurd xeta sor e. Tu kes nikare li hemberî hêrsa Gelê Kurd bisekine" banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan kir. BI DÎMEN   *Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bawerî daye civak û jinan da ku hejmarek zêde ya keçan biherikin dibistanan û li mafê xwe bigerin. BI DÎMEN   *Berdevka Aboriya jinan a Rojava Horiya Şemdîn di derbarê Konferansa yekemîn a Koperatîfa Aboriyê de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku aboriya jinê çavkaniya jiyanê ye.   *Rojnameger û wênexêz Zehra Dogan ku di girtîgeha Tîpa E ya Amedê de girtiye, wêneyê ku xêz kiribû ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat îmha kirin. Alavên wêneyan, tuval û boyaxên wê jî demek dirêje nayê dayîn.   *Dîlek Ozîster û Kader Ozdemîr di dîrokên cuda de ji aliyê hevjînên xwe ve hatibûn qetilkirin û darazê jî ji bo mêrên kujer ji ‘rewşa baş’ ceza daxist. Aqtîvîstên jin bertek nîşan dan û gotin: “Li Tirkiyeyê daxistina cezayên kujerên jinan pêşiya qetilkirina jinan vedike. Em vê biryarê qebûl nakin. Li dijî daxistina ceza îtîraza me heye.” BI DÎMEN   *Ceylan Bagriyanik a di heyeta Îmraliyê de cih digire, der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û nûçeyên dawî yên di çapemeniyê de derketine de axivî û got: “Bila nebza gel û jinan neyê pîvan. Em der barê 'jiyana xwe ji destdayînê de' gotinekê naxwazin bînin ser ziman lê hinek ketine hewldana vê yekê. Em hînê vê yekê nabin. Em ê berxwe bidin. Ez bang li hemû kesan dikim ku li dijî vê yekê berxwe bidin." BI DÎMEN   *Li Edeneyê di mehekê de cesedê du jinan di Qenala Avdanê ya Îdareya Karê Avê ya Dewletê de hat dîtin. Parêzer Sevîl Araci der barê mirinên bi guman ên jinan de axivî û got: “Jin întîxar bike jî sedemên ku wan dibin întîxarê hene.  Mijareke din ya pirtir em pê re tên rû hev heye. ‘Ji şaneşînê de ket’, ‘erebeyê lêxist’, ‘xwe avêt qenalê, întîxar kir’. Ji ber vê divê ev bûyer bên lêkolînkirin.” BI DÎMEN   *Hêrsa jinan a li dijî pêşnûmeya ku rayeya birîna mehrê dide meleyan a di Lijneya Giştî ya Meclîsê de hat qebûlkirin de, zêde dibe.  Jinên Îzmîrê diyar kirin ku divê qanûn şûnde bê kişandin û wiha gotin: “Em desthilatdariya we ya dijminê jinê ye nas nakin. Êdî Bes e.”