Li Yukselê roja 346'an: 9 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin 2017-10-20 15:13:55   ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 346 roj e li Kolana Yukselê dewam dike, çalakvanên ku xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê polîs êrîşî wan kir û 9 kes bi derpkirinê xist binçavan.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 224 roj e berdewam dike, çalakiya piştgiriyê ya "Em karê xwe dixwazin" 346 roj li pey xwe hişt. Koma li Kuçeya Konurê li hev kom bûn û xwestin li ber Birdariya Mafên Jiyanê daxuyaniyê bidin, polîsan nehişt ew derbasî Kolana Yukselê bibin. Komê li vir xwest li pêşberî polîsan daxuyaniyê bide, lê polîsan êrîşî çalakvanan kir û pankartên wan çirandin. Di êrîşa polîsan de 9 kes bi derpkirinê hatin binçavkirin.